15:52 22 Sibat 2018
Zindî
    Aleksandr Novak

    Novak, li Stenbolê wê li gel nûnerê OPECê bicive

    © Sputnik/ Alexandr Kryazhev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Enerjiyê yê Rûsyayê Aleksandr Novak ragihand ku wê bi nûnerên Rêxistina Welatên Hinardekerê Petrolê(OPEC)û Alîkarê Serokê Berpirsiyarê Enerjiyê yê Komîsyona Ewrûpayê Maros Sefcovic li Stenbolê civînekê li dar bixe.

    Navenda nûçeyan - Novak wê di rojên pêş de beşdarî Kongreya Enerjiyê ya Navneteweyî ya ku wê di nava rojên 9 û 13ê Cotmehê de li Stenbolê bê lidarxistin bibe. Novak destnîşan kir ku wê li Stenbolê bi Sekreterê Gelemper yê OPECê Muhammed Barkîndo wezîrê welatên endamê OPECê re hevdîtinan pêk bîne.
    Novak amaje kir ku wê li ser gelek mijaran biaxivin lê mijara xwe ya sereke weke biryarên Cezayîrê eşkere kir.
    Herwiha Novak got wê bi Alîkarê Serokê Berpirsiyarê Enerjiyê yê Komîsyona Ewrûpayê re Maros Sefcovic re jî hevdîtinekê pêk bîne lê dîroka hevdîtina wan ne diyar e.

    Bi heman mijarî:

    Novak: Divê em peymana Herka Tirk heta cotmehê temam bikin
    Novak: Dibe ku şaxê yekem ê Herka Tirk di sala 2019a de temam bibe
    Novak: Ji bo neftê dibe ku em bi Erebîstana Siûdî re hevdîtinê bikin
    Novak: Rûsya dixwaze erkên Kiyêv di rêkeftina nuh ya derbarê gaze de bên tomarkirin
    Etîketan:
    opec, enerjî, petrol, hevdîtin, Muhammed Barkîndo, Maros Sefcovic, Aleksandr Novak, rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de