21:46 21 Çile 2018
Zindî
    Sergey Lavrov - Jean-Marc Ayrault

    Lavrov: Em dixwazin planê De Mistura bi baldarî lêbikolin

    © REUTERS/ Maxim Shemetov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hemkarê wî yê Fransî Jean-Marc Ayrault li Moskovayê piştî hevdîtina xwe civîna hevpar a çapemeniyê lidar dixin.

    Lavrov got me bi Ayrault re peymana ku Rûsya û Amerîkayê di 9ê Îlonê de îmzekirin, nîqaş kir.

    Lavrov diyar kir ku Rûsya dixwaze têkoşîna li hemberî komên terorîstan bi awayekî kolektîf were meşandin û got Amerîka û hevalkarên wê div ê astê de nikarin misoger bikin ku wê mixalîfên nerme û komên terorîstan ji hevdu cuda bikin.

    Her wiha Lavrov got ew dixwazin planê Nûnerê Taybetê Sûriyeyê yê NY Staffan de Mistura yê di derbarê derxistina milîtanên El Nûsrayê ji rojhilatê Helebê de bi awayekî baldarî lêkolîn bikin.

    'HER KES DIZANE DI BIRYARA NY DE ÇI NIVISIYE'

    Lavrov derbirî ku ew ê helwesta xwe ya di derbarê cudakirina mixalîfên nerme ji komên terorîst de nerm nekin û got "her kes dizane di biryara Konseya Ewlehiyê ya NY de çi nivisiye: DAIŞ, El Nûsra û komên ku bi van komên terorîst re tevdigerin, tu caran tevlî pêkanîna agirbestê nehatine kirin û wê neyên kirin."

    Li gel vê yekê Lavrov anî ziman ku ew amade ne li ser pêşnûmeya ku Fransayê di derbarê Sûriyeyê de û ji bo pêşkeşkirina Konseya Ewlehiyê ya NY amade kiriye, bixebitin.

    Ji aliyê din ve Lavrov daxuyand ku Amerîkayê xwestiye ku Rûsya konvoyên alîkariya mirovî ya li Helebê biparêze û got lê Rûsya ji bo yekê bi tena serê xwe hîn ne amade ye.

    'MIN JI KERRY NÛÇEYÊN DI DERBARÊ ÊRÎŞAN DE PIRSÎN'

    Di heman demê de Lavrov got min ji Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê John Kerry ew nûçeyên ku tê de tê gotin ku wê li dijî artêşa Sûriyeyê bi moşekên krûzê wê êrîş were pêk anîn, pirsî. Lavrov behsa bersiva Kerry nekir û anî ziman ku ew hêvî dikin ku li Qashingtonê di derbarê çareserkirina qeyranê Sûriyeyê de meyla riyên leşkeri bisernekeve.

    Bi heman mijarî:

    Rûsyayê piştgirî da planên De Mistura yê ji bo El Nûsrayê
    De Mistura: Ez dikarim ji bo derketina milîtanên El Nûsrayê refaqatiyê bikim
    Zaxarova: "Kerry, ji bo Sûriyeyê tiştê ji destê wî hat kir lê bi ser neket"
    Kerry û Lavrov derbarê rewşa Sûriyeyê de hevdîtin kirin
    Etîketan:
    peyman, Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, John Kerry, Staffan De Mîstura, Jean-Marc Ayrault, Sergey Lavrov, Sûriye, Fransa, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de