02:57 18 Çile 2018
Zindî
    Mihail Bogdanov

    Rûsyayê piştgirî da planên De Mistura yê ji bo El Nûsrayê

    © Sputnik/ Alexey Filippov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mihail Bogdanov diyar kir ku ew piştgiriyê didin fikra Nûnerê Taybetê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mistura yê ku gotibû bila milîtanên berê yên El Nûsrayê ji rojhilatê Helebê werin derxistin.

    Navenda Nûçeyan — Bogdanov ê ku ji medyaya Rûsyayê re axivî, got "jixwe dema vê yekê ji zû de hatibû. Em ê bibinin ku bertekên çawa ji bo daxuyaniya Staffan de Mistura tên." Bogdanov wiha li axaftina xwe zêde kir: "peywira herî girîng ew e ku di navbera Sûriyeyiyan de bin stara NY de diyalogeke bi îstiqrar û gelemperî were pêk anîn."

    Ji aliyê din ve Bogdanov dest nîşan kir ku di mijara Sûriyeyê de her çi qas di navbera Rûsyayê û Amerîkayê hedvîtin sekinîbin jî her du alî her tim din ava têkiliyê de ne û got herkes girêdayî peymana Sûriyeyê ya ku di 9ê Îlonê de hat îmzekirinê.

    Bogdanov da zanîn ku Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov hema hema her roj bi hemkarê xwe yê Amerîkayî John Kerry re di têkiliyê de ye.

    Nûnerê Taybetê Sûriyeyê yê NY Staffan de Mistura gotibû ger ku milîtanên berê yên El Nûsrayê ji Helebê derkevin, ez dikarim biçim Helebê û di dema derketina wan de refeqatiyê ji wan re bikim.

    Bi heman mijarî:

    De Mistura: Ez dikarim ji bo derketina milîtanên El Nûsrayê refaqatiyê bikim
    De Mistura: Civîna Sûriyeyê dirêj, biêş û bêhêvî derbas bû
    De Mistura: Agirbesta li Sûriyeyê hîn nemiriye lê di bin metirsiyeke mezin de ye
    Rûsya keştiya xwe ya şer a bi navê 'Miraj' dişîne Sûriyeyê
    Le Pen: "Dema Amerîka xwe bi Esad re diewiqand, Rûsya şerê terorîstan dikir"
    Etîketan:
    plan, piştgirî, Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê, El Nûsra, Mihail Bogdanov, John Kerry, Staffan de Mistura, Sergey Lavrov, Sûriye, Heleb, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de