01:13 23 Çile 2018
Zindî
    İgor Konaşenkov

    Konaşenkov: "Nûçeyên ku dibêjin Amerîka wê êrişî artêşa sûrî bike kare CIAyê be"

    © Foto: Wezareta Parastinê ya Rûsyayê
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Berdevkê Wezareta Parastin a Rûsyayê Îgor Konaşenkov ragihand nûçeyên ku dibêjin wê Amerîka êrişî Artêşa Sûriyeyê bike dibe kare CIAyê be.

    Moskova — Berdevkê Wezareta Parastin a Rûsyayê Îgor Konaşenkov ragihand nûçeyên ku dibêjin wê Amerîka êrişî Artêşa Sûriyeyê bike dibe kare CIA û Wezareta Parastin a Rûsyayê ya Pentagonê be.

    BI GIŞTÎ NÛÇEYÊN WIHA PAŞÎ RAST DERDIKEVIN

    Îgor Konaşenkov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hinek saziyên çapemenî yên dewletên rojavayî, derheqê îhtîmala ku Qesra Spî li hemberî Artêşa Sûriyeyê êrişa bi moşek û operasyona hewayî pêk bîne nûçe belav kirin. Wekî ku berê jî hatibû dîtin ev nûçeyên wiha paşî dibin qasidê çalaqiya rasteqîn."

    ÊRÎŞÊN DÊ LI DEVERÊN DI KONTROLA HIKÛMETÊ DE PÊK WERIN, DÊ LEŞKERÊN RÛS TEHDÎD BIKIN

    Rayedarê rûs teqez kir ku êrîşên bi moşekan an ên hewayî li dijî herêmên di bin kontrola hikûmetê de, dê personelên rûs tehdîd bikin û wiha dewam kir:
    "Li navenda Rûsyayê ya şopandina agirbesta Sûriyeyê gelek leşkerên rûs hene ku li qadan peywira xwe pêk tînin. Leşkerên rûs alîkariya dibin, ji bo pêkanîna agirbestê bi komên çekdar û deveran re hevdîtinan pêk tînin. Lewra ew êrîşên di li ser deverên di bin kontrola hikûmetê de werin kirin, dê xeterê li ser leşkerên rûs çêke".

    ""BERFIREHIYA S-300 Û S-400 DIKARE SURPRÎZAN ÇÊKE"

    Herwiha Konaşenekov behsa  pergala parastina hewayî S-300 û pergala parastina moşekî S-400 jî kir û diyar kir ku dibe berfirehiya pergalan ji objeyên nediyarkirî re bibe surprîz.

    Rayedarê rûs wiha dewam kir: "Baştir e ku ez bînim bîra stratîjîstên amerîkî  ku pergala parastina Hmeyimimê û ya Tertûsê bi S-400 û S-300ê tên parastin û berfirehiya van pergalan ji bo objeyên nediyarkî, dibe ku bibe surprîz.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Le Pen: "Dema Amerîka xwe bi Esad re diewiqand, Rûsya şerê terorîstan dikir"
    Senatorê rûsî: "Amerîka, xwest bi FETOyê têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê têk bibe"
    "Ne Rûsya lê divê Amerîka semîmiyeta xwe bipeyitîne"
    Rûsya: Amerîka dixwaze berpirsyariya xwe ya li Sûriyeyê bixe ser milê hinekên din
    Rûsya: Amerîka sekna xwe ya di derbarê Sûriyeyê de her tim diguherîne
    Rûsya: Amerîka ji berpisryariya 'xeletî' ya dawiyê ditirse
    Etîketan:
    S-400, S-300, CIA, Qesra Spî, Pentagon, Igor Konakşenkov, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de