07:09 23 Çile 2018
Zindî
    Vladimîr Pûtîn

    Pûtîn sibê dikeve 64 saliya xwe

    © Ruptly. Sergey Guneev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî daxuyaniya Kremlînê, roja dayîkbûna Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn e û dikeve 64 saliya xwe.

    Moskova — Berdevkê Ofîsa Ragihandina Kremlînê Dmitriy Peskov derheqê planên rojbûna Serokê Rûsyayê Pûtîn de agahî dan û got: "Pûtîn di 7ê Cotmeha 1952an de hatiye dinyayê û vê roja taybet dê bi xizm û hevalên xwe re pîroz bike."

    Dmitriy Peskov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Pûtîn sibê wê salvegara ji dayîkbûna xwe pîroz bike, lê tu çalakiyên ji raya giştî re vekirî di planan de tuneye. Helbet ji bo rojbûna Serokê Rûsyayê Pûtîn dê serokê dewletan jî lê bigerin û dibe div an axaftinan de mijarên cûda jî werin axaftin."

    Pûtîn sala borî ji bo rûmeta pîrozbahiya rojbûnê bi dost û hevalên xwe yên berê û bi lîstikvanên Lîga Hokeya Şevê re li Parka Olîmpîk a Soçiyê peşbirkeke hokeya bûzê li dar xistibû.

    Bi heman mijarî:

    Çonkarê AKPêyî: "Serdana Pûtîn di warê stratejiye de pêşveçûneke baş e"
    Pûtîn û Erdogan li ser Sûriyeyê hevdîtin kirin
    Pûtîn, behsa cihê jêhatina hêza Rûsyayê kir
    Pûtîn peywira pêşîn a îstîxbarata derve rave kir
    Pûtîn di 10ê Cotmehê de tê Tirkiyeyê
    Etîketan:
    Lîga Hokeya Şevê (NHL), Serokê Dewleta Rûsyayê, Berdevkê Ofîsa Ragihandina Kremlînê, Dmitriy Peskov, Vladimîr Pûtîn, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de