08:50 26 Gulan 2018
Berhemên çandinî - Fêkî û sewze

Rûsya careke din venêrînerên xwe yên çandinî dişîne Tirkiyeyê

© Sputnik / Vladimir Pesnya
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Ajansa Venêrîna Berhemên Çandinî ya Rûsyayê (Rosselhoznadzor) ragihand ku wê cara duyemîn venêrînerên xwe bişînin Tirkiyeyê.

Navenda Nûçeyan — Ajansa Venêrîna Berhemên Çandinî ya Rûsyayê (Rosselhoznadzor) ragihand ku wê cara duyemîn venêrînerên xwe bişînin Tirkiyeyê.

Berdevkê Ajansa Venêrîna Berhemên Çandinî ya Rûsyayê (Rosselhoznadzor) Aleksey Alekseyenko di hevpeyvîna xwe ya medya rûsî de got: "Piştî hevdîtina bi berpirsên Wezareta Çandinî ya Tirkiyeyê re ji bo venêrîna pergala ewlehiya îxraca fêkî û sewze em ê heyeteke ji pisporan bişînin Tirkiyeyê. Heyeta pisporan hetanî 10 rojan dê were avakirin."

Berpirsên Rosselhoznadzorê duhî li Moskovayê bi berpirsên Wezareta Çandinî ya Tirkiyeyê re hevdîtinek pêk anîbûn.

Ev dibe cara duyemîn ku heyetên pisporên çandinî yên rûsî ji bo venêrîna şirketên tirk wê derbasî Tirkiyeyê bibin. Kontrola pêşî di meha tebaxê de pêk hatibû. Her çikas hikumeta rûsî biryara siyasî ya kerîna fêqî û sewzeyên tirk bide jî, di kerîna cûreyên berheman de Rosselhoznadzor xwedî erk e.

Bi heman mijarî:

Ji bo îtxalata berhemên çandinî yên Tirkiyeyê şertekî Rûsyayê heye
Venêrên çandinî yê rûsî: "Tirkiye daxwazên me fêhm nake"
Rosselhoznadzor wê li Tirkiyeyê kontrola berhemên çandinî bike
Rûsya:'Heke Tirkiye garantiye bide, em dikarin qedexeya berhemên çandinî rakin'
Amerîkayê şîret li kurdan kir: 'Çandinî û turîzma xwe jî bi pêş bixin'
Etîketan:
Heyeta pisporên çandinî ya Rûsyayê, Berdevkê Ajansa Venêrîna Berhemên Çandinî ya Rûsyayê (Rosselhoznadzor), Wezareta Çandinî ya Tirkiyeyê, Aleksey Alekseyenko, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de