06:34 24 Çile 2018
Zindî
    Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova

    Zaxarova: “Em êrişa Balyozxaneya Rûsyayê bi tehdîdên Amerîkayê ve girêdidin”

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova civîna çapemenî de ragihand ku em êrişa Balyozxaneya Rûsyayê yali Şamê bi tehdîdên Amerîkayê ve girêdidin”

    Moskova - Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova êrişa Balyozxaneya Rûsyayê li Şamê ya 3ê Cotmehê ku El Nûsrayê pêk anî bû bi tehdîdên Amerîkayê ku demek berê li Moskovayê kiribûn ve girêda. Êrişa Balyozxaneya Rûsyayê li Şamê ji herêma Cobara ku di bin kontrola El Nûsrayê de bû hatibû kirin.

    ​Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê John Kirby berî êrişa Balyozxaneya Rûsyayê gotibû: "Heke pevçûnên Sûriyeyê ranewestin terorîst wê êrişên welatî û bajarên rûsan bikin û leşkerên rûsî di nava kîsên cesedan de wê vegerin malên xwe."

    DEWLETÊN ROJAVAYÎ JI BO REWŞA ÎNSANÎ YA SÛRİYEYÊ NAKEVIN FIKARAN

    Mariya Zaxarova di berdewamiya axaftina xwe de rewşa însanî ya Sûriyeyê pir bi xeter e û got: "Rêxistina El Nûsra li derdora Helebê însanan wekî mirtal bi kar tîne. Tu îmareyên ku dewletên rojavayî ji rewşa însanî ya Sûriyeyê bi fikar in tuneye, lê hê jî dixwazin El Nûsra û grûbên pê ve girêdayî biparêzin."

     

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: "Kerry, ji bo Sûriyeyê tiştê ji destê wî hat kir lê bi ser neket"
    Zaxarova henekê xwe bi Wezîrê Îngilîstanê Boris Johnson kir
    Zaxarova: ‘Armanca Rûsyayê ya li Sûriyayê têkoşîna li dijî terorîzma navneteweyî ye'
    Zaxarova: Destberdana Amerîkayê ji hevkariyê, dê diyarî be ji terorîstan re
    Zaxarova: Me piştgiriya Erdogan nekir, me ya hiqûqa navneteweyî kir
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a El Nûsrayê, Berdevkê wezareta derve ya Amerîkayê, Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê, john kirby, Mariya Zaxarova, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de