18:15 17 Çile 2018
Zindî
    Kremlîn, Moskova, Rûsya

    Kremlîn: "Me biryara Amerîka ya hevkariya nûkleerî xiste fermiyetê"

    © Fotolia/ / vesta48
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Ofîsa Ragihand a Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku Amerîka piştî Kirim bi Rûsyayê ve hat girêdan biryaya hevkariya nûkleerî rawestand.

    Moskova — Berdevkê Ofîsa Ragihand a Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku Amerîka piştî Kirim bi Rûsyayê ve hat girêdan biryaya hevkariya nûkleerî rawestand, Moskovayê jî peymana plutonyumê rawestand û ew biryara Washîngtonê ya de-facto xiste fermiyetê.

    PEYMAN BI BIRYARA AMERÎKAYÊ BÊFONKSIYON MA

    Dmitriy Peskov di axaftina xwe de peymana nûkleerî ya ku di navbera Moskova û Washîngtonê de ji bo lêkolînên zanistî û pêşxistina enerjiyê hatibû îmzekirin nirxand û got: "Amerîkayê piştî bûyerên li Kirimê hevkariya nûkleerî bi awayê de-facto rawestandibû Moskovayê jî ew rawestandin xiste fermiyetê."

    Peskov di dirêjiya axaftina xwe de got: "Em gengaz bûn ku vê biryarên bidin û bi vê biryarê pir xemgîn in, lewra peyman bi helwesta Amerîkayê bêfonksiyon ma."

    Bi heman mijarî:

    Kremlîn: Dibe ku Pûtîn di meha cotmehê de serdana Tirkiyê bike
    Kremlîn: "Em ji pêvajoya peymana agirbesta Sûriyeyê kêfxweş in"
    Kremlîn derbarê hevdîtina Netenyahû - Abbas de daxuyanî da
    Kremlîn: Dibe ku Pûtîn û Obama sibê hevdîtinekê pêk bînin
    Kremlîn: "Me agahiya mirina Kerîmov wernegirtiye"
    Etîketan:
    Peymana navbera Moskova û WashÎngtonê, Berdevkê Ofîsa Ragihand a Kremlînê, Dmitriy Peskov, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de