08:55 24 Çile 2018
Zindî
    Mariya Zaxarova

    Zaxarova: "Kerry, ji bo Sûriyeyê tiştê ji destê wî hat kir lê bi ser neket"

    © Sputnik/ Ramil Sitdikov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry ji bo Sûriyeyê tiştê ji destê wî hat kir lê bi ser neket.

    Moskova — Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di hevpeyvîna xwe ya Rossiya 1ê de ragihand ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê tiştê ji destê wî hat kir û xwest hevkariya welatê xwe bi Rûsyayê re zêde bike, lê bi ser neket.

    Mariya Zaxarova di axaftina xwe de got: "Ez dikarim bi zelalî vê ji we re bêjim ku John Kerry ji bo rêyêke çareseriyê bibîne û hevkariyê welatê xwe bi Moskovayê re zêde bike çi ji destê wî hat kir, lê dilê wî têrê nekir û bi ser neket. Ev zelal e. Wezîrê Derve yê Amerîkayê jî vê dizane. Mixabin wêzîrê amerîkî navê xwe di rûpelê dîrokê de nenivîsand."

    AMERÎKA DIXWAZE MAR BI TERBIYE BIKE

    Zaxarova di berdewamiya axaftina xwe de got: "Amerîkayê xwest rêxistina El Nûsra bi terbiye bike, lê xeletiyeke mezin kir. Ew vê fêhm nakin, ew dibên qey emê bikaribin mar bi terbiye bikin. Li gorî wan dema ku jahra mar tune be dibêjin tu taluka wî tuneye. Marê ku jahra wî hebe dikare tim bi te vede. El Qaîde jî wiha bû, ji sedî sed bawerdikim ku niha jî wiha ye. Yên ku bi terorîzmê bipesinin wê rastî xeletiyan werin."

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova henekê xwe bi Wezîrê Îngilîstanê Boris Johnson kir
    Zaxarova: ‘Armanca Rûsyayê ya li Sûriyayê têkoşîna li dijî terorîzma navneteweyî ye'
    Zaxarova: Destberdana Amerîkayê ji hevkariyê, dê diyarî be ji terorîstan re
    Zaxarova: Me piştgiriya Erdogan nekir, me ya hiqûqa navneteweyî kir
    Zaxarova: ‘Em niha fêm dikin ku xistina balafira me tesadûf nebû'
    Etîketan:
    EL Nûsra, Hevkariya Rûsya û Amerîkayê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê, John Kerry, Mariya Zaxarova, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de