15:04 21 Tebax 2017
Zindî
    Berhemên çandinî - Fêkî û sewze

    Rûsya û Tirkiye wê derbarê ewlehiya berhemên çandiniyê hevdîtinan bikin

    © Sputnik/ Vladimir Pesnya
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Ajansa Venêrîna Berhemên Çandinî ya Rûsyayê (Rosselhoznadzor) wê li gel nûnerên Wezareta Heywanvanî, Çandinî û Xurekan ya Tirkiyeyê derbarê ewlehiya berhemên li Rûsyayê di bin karantînayê de ne hevdîtinekê pêk bînin.

    Navenda nûçeyan — Rosselhoznadzor daxuyand ku li ser daxwaza aliyên tirk wê di 6ê Cotmehê de nûnerên Rosselhoznadzor û Wezareta Heywanvanî, Çandinî û Xurekan hevdîtinek pêk bê. Di hevdîtinê de wê li ser mijarên berhemên çandinî yê li Rûsyayê di bin karantînayê de ne û bergiriyên rayedarên tirk yên derbarê van berheman wê bêne axaftin.
    Venîhêrên Rosselhoznadzorê li keştîgeha Novorossiykê dest danî ser 40 ton toza şîr ku ji Tirkiyeyê ber bi Moskovayê diçû. Sedema destdanîna berheman jî kêmasiya agahiyên derbarê nav, navnîşan û dema hilberandina berheman bû.

    Bi heman mijarî:

    Venêrên çandinî yê rûsî: "Tirkiye daxwazên me fêhm nake"
    Pûtîn: "Ji bo rakirina xedeya berhemên çandinî qelîte şert e"
    Rosselhoznadzor wê li Tirkiyeyê kontrola berhemên çandinî bike
    Rûsya:'Heke Tirkiye garantiye bide, em dikarin qedexeya berhemên çandinî rakin'
    Etîketan:
    BERhemên çandinî, venêran, bergirî, rûsya, Rosselhoznadzor
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de