22:22 17 Tebax 2017
Zindî
    Konstantîn Kosaçev

    Kosaçev dema veqetandina Rûsyayê ji Sûriyeyê daxuyand

    © Sputnik/ Alexander Shalgina
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Konseya Federasyona Rûsyayê Konstantin Kosaçev got yekîneyên Rûsyayê piştî ku li Sûriyeyê aşitî û aramî were tesîs kirin wê vegerin.

    Navenda Nûçeyan — Kosaçev di bernameyeke bi navê ‘Di Nava Kremlînê' de behsa qeyrana li Sûriyeyê kir û derbirî ku Rûsya dest nade karên navxweyî yên Sûriyeyê. Kosaçev dest nîşan kir ku yekîneyên Rûsyayê yên beşdarî operasyona li dijî terorê bûne, ji Sûriyeyê piştî ku aşitî û aramî were pêk anîn, wê veqetin.

    Kosaçev diyar kir ku Amerîka û Ewropa berê ku bi terorê re têbikoşin, hewl didin ku rêveberiya heyî ya Sûriyeyê biguherîne, û anî ziman ku ji ber vê yekê jî di peymana agirbestê ya li Sûriyeyê de serkeftin peyda nebû. Kosaçev got "em di wê baweriyê de ne ku ger Sûriyeyî bibin xwediyê derfetê û karibin pergala siyasî ya Sûriyeyê bi awayekî azad diyar bikin, wê vê peywirê bi cih bînin."

    Rûsya li ser daxwaza Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad li Sûriyeyê di 30ê Îlona 2015a de dest bi operasyonên li dijî terorê kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Kosaçev: "Hetanî Obama ji ser kar neçe bi Amerîkayê re peymanên nû çênabin"
    Kosaçev: Erdogan ji bo serokatiya xwe misoger bike, Yildirim anî ser serokwezîriyê
    Kosaçev: ‘Tirkiye, ji bo kêmasiyan ji Rûsyayê re bibîne li mahneyan digere'
    Rûsya: Hejmara herêmên ku tevlî agirbestê bûn gihişte 714an
    Rûsya: DYA xebatên sîxurî yên derbarê dîplomatên rûs zêde kir
    Etîketan:
    Konstantin Kosaçev
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de