02:31 17 Tebax 2017
Zindî
    Pûtîn û Muhemmed ben Selman

    Biryara Amerîka ya 11ê Îlonê dibe Riyadê nêzîkî Moskovayê bike

    © Sputnik/ Mikhael Klimentiev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Pisporê têkiliyên navneteweyî yê rûsî Sergey Fîlatov ragihand ku biryara Amerîkayê ya 11ê Îlonê dibe Erebîstana Siûdî zêdetir nêzîkî dewleta Rûsyayê bike.

    Navenda Nûçeyan - Pêşnûmaya ku mexdûr û malbatên 11ê Îlonê bikaribin dozê li hemberî Erebîstana Siûdî vekin hefteya borî di Senatoyê de derbas bibû, di Meclisa Nûneran de jî bi piraniya dengan hatibi erêkirin û piştî erêkirinê doza pêşî ya 11ê Îlonê li hemberî Riyadê hatibû vekirin.

    Sergey Fîlatov di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Izvestiyayê de mijara erêkirina pêşnûmaya 11ê Îlonê nirxand û got: "Dibe rêvebiriya Riyadê têkiliyên xwe yên bi Washîngtonê re dîsa ji ber çavan derbas bike."

    JI KOREYA BAKUR HETANÎ VÎETNAMÊ DIBE GELEK DEWLET DOZÊ LI AMERÎKAYÊ VEKIN

    Fîlatov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Wezareta Derve ya Erebîstana Siûdî piştî erêkirina qanûnê endişe û metirsiya xwe anî ziman. Wiha xuyaye ku berpirsên amerîkî nizanin kutuya Pandorayê vekirine. Lewra, ji Koreya Bakur hetanî Vîetnam, Libya, Yugoslavya berê gelek dewlet wê bikarin bi rêyên qanûnî dozê li Amerîkayê vekin. Tam jî divê serdema krîza Sûriyeyê de dibe pozisyona Amerîkayê li herêmê qels bibe."

    Bi heman mijarî:

    Li Amerîkayê, li hemberî Siûdî doza 11ê Îlonê ya pêşî hat vekirin
    Qanûna 11ê Îlonê ya Obama veto kiribû, hat qebûlkirin
    Serokê CIAyê li hemberî pêşnûmaya 11ê Îlonê derket
    Obama ew pêşnûmeya 11ê Îlonê ya ku Erebîstana Siûdî hêrs dikir, veto kir
    Amerîkayê pêşnûmaya 11ê Îlonê ku Erebistanê bertek nîşan dide erê kir
    Etîketan:
    Nêzîkbûna Riyad û Moskovayê, Biryara Amerîka ya 11ê Îlonê, Pisporê têkiliyên navneteweyî yê rûsî, Sergey Fîlatov, Erebîstana Siûdî, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de