12:28 19 Tebax 2017
Zindî
    Vladimir Pûtîn

    Pûtîn, behsa cihê jêhatina hêza Rûsyayê kir

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku hêza Rûsyayê ne tenê ji kêrhatina parastinê tê, hêza Rûsyayê ji yekîtiya gel tê.

    Moskova — Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, piştî hilbijartina meha îlonê di Parlamentoya Dumayê de cara yekemîn ji bo parlamenterên nû axivî. Pûtîn di axaftina xwe de got: "Tucarî em notayên hêza pêşketî naxin nava têginiyên ‘hêzbûnê. Em tiştekî li ser tu kesî ferz nakin û ji bo ferzkirinê jî tu planên me tunene. Lewra hêza Rûsyayê di nava me bixwe de ye."

    HÊZA ME JI YEKÎTIYA GELÊ ME TÊ

    Pûtîn di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hêza me ji gelê me, însan, kevneşop, çand, ekonomi, axa me ya fireh, kaneyên sirûştî û helbet ji kêrhatina parastina me tê. Lê ya herî girîng jî hêza me ji yekîtiya gelê me tê."

    Serokê Rûsyayê di dirêjiya axaftina xwe de got: "Divê em tim bi bîra hev bînin ku ev hêza Rûsyayê ji avahiya dewletê û hemû pêkhateyên wê, ji hebûna serxwebûnê tê bizanin û şertên herî girîng in."

    Wekî din Pûtîn di axaftina xwe ya parlamentoyê de ji hemû partiyên li Dumayê xwest ku tevlî xebatên bihêzkirina parastin û ewlehî ya Rûsyayê bibin û piştgiriya siyasî bikin.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn peywira pêşîn a îstîxbarata derve rave kir
    Pûtîn di 10ê Cotmehê de tê Tirkiyeyê
    Dibe Pûtîn û Erdogan carek din li Rûsyayê hevdîtin pêk bînin
    Kongreya Enerjî ya Cîhanê: Em dipên ku Pûtîn were Stenbolê
    Ji Pûtîn bo cihûyan peyama Roş Aşana
    Etîketan:
    Axaftina Pûtîn a li Dumaya Rûsyayê, Parlamentoya Dumayê, Serokê Dewleta Rûsyayê, Vladimîr Pûtîn, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de