07:53 24 Tebax 2017
Zindî
    Konstantîn Kosaçev

    Kosaçev: "Hetanî Obama ji ser kar neçe bi Amerîkayê re peymanên nû çênabin"

    © Sputnik/ Alexander Shalgina
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Serokê Komîteya Têkiliyên Derve yên Konseya Federasyona Rûsyayê Konstantîn Kosaçev ragihand ku hetanî Obama ji ser kar neçe bi Amerîkayê tu peyman çênabin.

    Navenda Nûçeyan - Serokê Komîteya Têkiliyên Derve yên Konseya Federasyona Rûsyayê Konstantîn Kosaçev di hevpeyvîna xwe ya Russiya Todayê (RT) de ragihand ku hetanî Serokê Amerîkayê Barak Obama ji ser kar neçe di mijara Sûriyeyê de bila tu kes li benda peymaneke di navbera Moskova û Washîngtonê de nemine. Em bûne êsîrê kampanyaya hilbijartina Amerîkayê û hetanî ev hilbijartin neqedin peymanên girîng di navbera herdu welatan de çênabin.

    Dmitriy Peskov
    © AP Photo/ Maxim Shemetov
    SEROKÊ NÛ JÎ WERE POLÎTÎKAYA SÛRIYEYÊ NAYÊ GUHERTIN

    Konstantîn Kosaçev di berdewamiya axaftina xwe de got: "Piştî ku Obama dev ji kar berde jî dîsa em di polîtîkaya Amerîkayê ya mijara Sûriyeyê de tu guherînan nabînin. Namzedên Serokatiyê Donald Trump jî û Hillary Clinton jî di polîtîkaya derve de bi helwesta xwe ya tûj balê dikşînin, lewma di mijara Sûriyeyê wê tu guherînên mezin nebin."

    Kosaçev di dirêjiya axaftina xwe de got: "Beşên desthilata Amerîkayê ji bo krîza Sûriyeyê reçeteyên ji hev cûda pêşkêş dike û ev rewş bandorê li polîtîkaya Sûriyeyê jî dike. Cûdabûna nêrîna baskê leşkerî û dîplomatên Washîngtonê jî îspata vê ye. Mixabin ev jî di hevkariya Rûsya û Amerîkayê de astengiyê çêdike."

    Bi heman mijarî:

    Kosaçev: Erdogan ji bo serokatiya xwe misoger bike, Yildirim anî ser serokwezîriyê
    Kosaçev: ‘Tirkiye, ji bo kêmasiyan ji Rûsyayê re bibîne li mahneyan digere'
    Senatorê rûsî: "Amerîka, xwest bi FETOyê têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê têk bibe"
    Izvestiya: "Rûsya û Amerîka li Sûriyeyê li pey peymaneke nû ne"
    Generalê amerîkî: "Divê Rûsya û Amerîka dev ji reqabetê berdin"
    Etîketan:
    Têkiliyên Rûsya û Amerîkayê, Serokê Dewleta Amerîkayê, Serokê Komîteya Têkiliyên Derve yên Konseya Federasyona Rûsyayê, Barak Obama, Konstantîn Kosaçev, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de