20:22 17 Tebax 2017
Zindî
    Civata Ewlekarî ya NY

    Amerîka, belavoka êrişa Balyozxaneya Rûsyayê bloke kir

    © AP Photo/ Frank Franklin II
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Rûsyayê, ji bo êrişa Balyozxaneya xwe ya Şamê ku bi top û hawanan hatibû bombebarankirin belavokek pêşkêşî KENYê kir, lê belavok ji terefê Amerîkayê ve hat blokekirin.

    Navenda Nûçeyan — Rûsyayê, ji bo êrişa Balyozxaneya xwe ya Şamê ku bi top û hawanan hatibû bombebarankirin belavokek pêşkêşî Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) kir, lê belavok ji terefê Amerîkayê ve hat blokekirin.

    Berpirsekî ji Nûneriya Balyozxaneya Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî di axaftina xwe ya Spûtnîkê de got: "Ev belavok ji bo rewşên wiha ku kî bixwaze tiştekî pê ve zêde bike û di metnekî standarde bû, lê Amerîkayê ew bloke kir."

    Berpirs di berdewamiya axaftina xwe de got: "Brîtanî ûkraynî jî bi awayê kêrnehatî wan jî hevalbendiya Amerîkayê kir. Ev jî di warê têkiliyên dîplomatîk a Peymana Viyanayê de bê hûrmetiya wan nîşan dide."

    Wezareta Derve ya Rûsyayê di 3ê Cotmehê de ragihandibû ku Balyozxaneya wan a Şamê rastî êrişa top û hawanan hatiye. Li gorî wezareta rûsî, êrişa top û hawanî ji terefê Fetih El Şamê (El Nûsra) ve ji herêma Feylek er Rahman hat kirin. Di êrişa terorî de tu kuştî û birîndar çênebibûn, lê di avahiya balyozxaneyê de zirarê aborî çêbibû.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Senatorê rûsî: "Amerîka, xwest bi FETOyê têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê têk bibe"
    Rûsya: Hejmara herêmên ku tevlî agirbestê bûn gihişte 714an
    Rûsya: DYA xebatên sîxurî yên derbarê dîplomatên rûs zêde kir
    Rûsya: DYA di sepandina peymana agirbestê de bi bin ket
    Rûsya: Li Sûriyeyê pergala parastinê ya hewayî ya S-300î hat bicih kirin
    Etîketan:
    Fetih El Şam, Êrişa Balyozxaneya Rûsyayê li Şamê, Konseya Ewlehî ya Netewên Yekbûyî (KENY), Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de