18:34 17 Tebax 2017
Zindî
    Îgotr Morozov

    Senatorê rûsî: "Amerîka, xwest bi FETOyê têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê têk bibe"

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Senator û endamê Komîteya Têkiliyên Derve yên Konseya Federasyona Rûsyayê Îgor Morozov ragihand ku Amerîka, xwest bi FETOyê têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê têk bibe.

    Navenda Nûçeyan — Senator û endamê Komîteya Têkiliyên Derve yên Konseya Federasyona Rûsyayê Îgor Morozov di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku Amerîka, xwest bi FETOyê têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê têk bibe. Amerîka dixwaze dewletên derdora Rûsyayê ji Moskovayê re bike dijmin.

    HEMAN TIŞT Lİ ÛKRAYNAYÊ JÎ KIRIN

    Îgor Morozov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Heman tişt li Ûkraynayê jî qewimî û Amerîkayê derbeya li hemberî desthilatê finanse kir. Bi vê planê têkiliyên navbera Rûsya û Yekîtiya Ewropayê xera bûn. Ev tişt xwestin li Tirkiyeyê jî bikin, wekî tê zanîn di 24ê Mijdarê de balafireke me li sînorê Sûriyeyê hat xistin, ev provokasyon bû. Ev hemû didin xuyakirin ku Amerîka dixwaze têkiliyên navbera Rûsya û Tirkiyeyê tek bibe.

    EV HEMÛ LÎSTÎKÊN WASHÎNGTONÊ NE

    Morozov di dirêjiya axaftina xwe de got: "Piştî çend mehan her tişt derkete hole. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî li xwe mikur hat. Derheqê pîlotê ku balafira me xistibûn lêpirsîn hat vekirin. Erdogan bixwe behsa kesên ku di vê provokasyonê de cih girtibûn kir. Washîngton, ji bo ku li derdorê Rûsyayê dijminan çêbike çi ji destê wê tê dike. Ji bo vê em ê li hemberî polîtîkayên Amerîkayê tekoşîna xwe bidin. Em ê bi Tirkiyeyê re di warê siyasî, leşkerî, saziyên sivîl û çandî de têkiliyên xwe xurt bikin û li hemberî van lîstikan derkevin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Senatorê rûsî: "Amerîka naxwaze li Rojhilata Navîn rêxistinên terorî werin îmhakirin"
    Pisporê rûsî: "Plana Amerîka ya derxistina şerê tirk û rûs li Sûriyeyê bi ser neket"
    Pisporê rûsî: "Erdogan, giliyê Gulen li ber Pûtîn kir"
    Pisporê rûsî: "Amerîkayê derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê pêk anî"
    Pisporê Rûsî: Divê di peywendiyên leşkerî yên Tirk û Rûsî de ti pêngav neyê payîn
    Etîketan:
    Têkiliyên navbera Rûsya û Tirkiyeyê, Rêxistina Paralel a Fethullah Gulen (FETO), Senator û endamê Komîteya Têkiliyên Derve yên Konseya Federasyona Rûsyayê, Îgor Morozov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de