11:40 22 Sibat 2018
Zindî
    Ala Rûsyayê

    Dadgeha rûs 4 sal cezayê girtîgehê li DAIŞiyê tirk birî

    © Sputnik/ Vladimir Astapkovich
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Dadgeha Herêmê ya Bakur-Qafqas ya li bajarê Rosto-na-Donu ya Rûsyayê, bi hinceta ku beşdarî çalakiyên DAIŞê yên li Rûsyayê bûye 4 sal cezayê girtîgehê li Ataç Firatê tirk birî.

    Navenda nûçeyan — Berdevkê dadgehê Alyona Katkalo, ji medyaya Rûsyayê re diyar kir ku Firat di sala 2011an de beşdarî refên DAIŞê yên li Sûriyeyê bûye û paşê di sala 2015an de bi pasaporteke sexte derbasî Rûsyayê bûye.

    Katkalo amaje kir ku hêj têkiliyên Firat bi DAIŞê re heye û ew fermanên DAIŞê tîne cih. Hat ragihandin Firat di Cotmeha sala 2015an de li balafirgeha Krasnodarê dema ku hewld dida biçe Tirkiyeyê hatiye girtin.

    Katkalo diyar kir ku dadgehê 4 sal cezayê girtîgehê û 7 hezar rûble ceza li Firat biriye.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: ‘DAIŞ amadehiyan dike ku êrişî Qamişloyê bike’
    DAIŞ, li Rûsya û Ewropayê plana êrişên terorî dike
    Rûsya: ‘Dibe DAIŞ li Tirkiyeyê welatiyên rûsî dîl bigre'
    Rûsya: ‘Îhtîmaleke mezin DAIŞ çekên kîmyewî bi kar tîne
    Rûsya: Em ê delîlên nû yên têkiliya DAIŞ û Erdogan pêşkêş bikin
    Etîketan:
    daiş, ceza, êriş, ataç firat, alyono katkalo, rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de