14:00 18 Sibat 2018
Zindî
    İgor Konaşenkov

    Rûsya: Li Sûriyeyê pergala parastinê ya hewayî ya S-300î hat bicih kirin

    © Sputnik/ Alexander Vilf
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyand ku ji bo Sûriyeyê sîstema parastinê ya hewayî ya S-300î hatiye şandin.

    Navenda Nûçeyan — Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê İgor Konaşenkov anî ziman ku pergala S-300î ji bo ku baregeha li Tartusê û keştiyên di Filoya Rûsyayê de ji hewayê werin parastin, hatin bi cih kirin.

    Pergala parastinê moşeka S-300î
    © Sputnik/ Dmitry Korobeinikov
    Konaşenkov nûçeyên ku di van rojên dawiyê de di çapemeniya welatên rojava de derketin nirxand û diyar kir ku ew tu maneyê nadin wê diltirsiya welatên Rojava ya ji ber bicihkirina pergalên S-300î.

    ‘S-300 TENÊ JI PARASTINÊ YE'

    Konaşenkov wiha axivî: "S-300 pergalek e ku tenê ji bo parastinê ye û ji bo tu kesan ne metirsî ye. Jixwe tê zanîn ku pergala ‘Fort' ya ku wek versîyona S-300î ya ku li ser behre tê bikar anîn jî li herêmê li ser kruvazora moşekên Moskovayê aktîf in."

    ‘AMERÎKA HEMÛ PEYMANÊN AGIRBESTÊ XERA KIRIN'

    Ji aliyê din ve Konaşenkov got Amerîka hemû peymanên li Sûriyeyê xera kirin û bihêzbûna terorîstan pêk anî. Konaşenkov dest nîşan kir ku Amerîka ya ku nikarîbû mixalîfên nerme ji Fetih El Şamê cuda bikira hemû peymanên di derbarê agirbesta 9ê Îlonê de xera kirin.

    'ME DIXWEST KU EM EARNESTÎ JI ASÎMAN DAXÎNIN SERZEMÎN'

    Konaşenkov di heman deme de bersiv da Berdevkê Koşka Spî Josh Easrnest ê ku gotibû ‘Rûsya di têkoşîna bi DAIŞê re negihîşt tu armancên xwe'. Berdevkê Wezareta Parastinê got "me dixwest ku em Earnest ji asîman daxînin serzemînê. Ji ber ku DAIŞê li ber çavê hemû cîhanê bi saya têkoşîna Amerîkayê ya ‘qaşo' bi vê rêxistinê re bakurê Iraqê û hema hema temamiyê Sûriyeyê bidest xist."

    Bi heman mijarî:

    Bahreyn bi sîstemên S-300 û S-400 ên Rûs re elqeder dibin
    Gelo moşekên Bavar-373 yên Îranê reqîbên S-300 ên rûsî ne
    Ji Rûsyayê tetbîqata bi S-300 û S-400î
    Moskova, ji bo Îranê dest bi sewqiyata moşekên S-300 kir
    Enqere ji bo moşekên S-300 ji Rûsyayê ne razî ye
    Etîketan:
    pergala parastinê ya S-300î, Berdevkê Koşka Spî, Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Josh Earnest, İgor Konaşenkov, Amerîka, Tartus, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de