11:01 20 Hezîran 2018
Mariya Şarapova

CASê, biryara xwe ya derheqê Şarapovayê de eşkere kir

© Foto : TWITTER/AVUSTRALYA AÇIK
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Dadgeha Tehkîm a Sporê ya Navneteweyî (CAS) di biryara cezayê menkirinê ya derheqê tenîsvana rûsî Mariya Şarapovayê de ku dabû dema wê kêm kir.

Navenda Nûçeyan — Dadgeha Tehkîm a Sporê ya Navneteweyî (CAS) di biryara cezayê menkirinê ya derheqê tenîsvana rûsî Mariya Şarapovayê de ku dabû dema wê kêm kir. Li gorî biryara CASê Şarapova hetanî Nîsana 2017an wê dîsa bikaribe vegere korten tenîsê.

CASê di meha rebendana borî de derheqê Şarapovayê de ji bo ku madeya meldonyum a dopîngê bi kar anî bû û qaîde îhlal kiribû sûcdar hatibû dîtin. Lê CASê paşî biryara xwe guherand û got: "Ev ne sûcekî bi qîmet e." Şarapovayê jî di mûdafeaya xwe de gotibû min nizanîbû meldonyum di nava lîsteya madeyên qedexekirî de ye û ez wê ji bo dermankirinê bi kar tînim.

Her wiha piştî biryara CASê ya cezayê, Federasyona Tenis a Navneteweyî Mariya ŞArapova 2 salan ji lîstika tenise menih kiribû. Lê, paşî CASê di biryara xwe ya nû de ev ceza daxiste 15 mehan.

KÊFXWEŞIYA XWE LI SER FACEBOOKÊ PAR VE KIR

Li gorî Serokê Federasyona Tenisê ya Rûsyayê Şamil Tarpişçev, Şarapova di 26ê Nîsana 2017an de wê bikaribe vegera lîstika tenise.

Ji aliyê din ve Şarapovayê jî piştî biryara CASê li ser hisabê xwe yê Facebookê kêfxweşiya xwe nîşanda û ragihand ku ew ji bo lîstikê rojan dijmêre.

 

 

Bi heman mijarî:

Şarapova dê beşdarî Olimpiyatên Rioyê nebe
Şarapova li perwerdehiya xwe vedigere
Şarapova heta du salan nikare bilîze
Gelo Şarapova wê di Olîmpiyadên Rioyê de cih bigre?
Dibe Şarapova dawiyê li kariyera xwe bîne
Etîketan:
CASê cezayê tenisvana rûsî Şarapovayê kêm kir, Dadgeha Tehkîm a Sporê ya Navneteweyî (CAS), Tenisvana rûsî, Mariya Şarapova, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de