06:39 20 Sibat 2018
Zindî
    Îgor Morozov

    Senatorê rûsî: "Amerîka naxwaze li Rojhilata Navîn rêxistinên terorî werin îmhakirin"

    © Foto: Maksim Blinov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Senator û endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Komîteya Federasyona Rûsyayê Îgor Morozov ragihand ku Amerîka naxwaze li Rojhilata Navîn rêxistinên terorî werin îmhakirin.

    Navenda Nûçeyan - Senator û endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Komîteya Federasyona Rûsyayê Îgor Morozov di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku Amerîka ji têkçûna peymana agirbesta li Sûriyeyê berpirsyar e, lewra ew naxwazin li Rojhilata Navîn rêxistinên terorî werin îmhakirin.

    AMERÎKAYÊ BAWERIYA XWE WINDA KIR

    Îgor Morozov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Niha her tişt derdikeve holê, Amerîka di serî yên li Sûriyeyê naxwaze rêxistinên terorî yên li Rojhilata Navîn werin îmhakirin û peymanê ku bi Rûsyayê re dike îhlal dike. Balafirên koalîsyonê û yên Amerîkayê nêzî saetekê Artêşa Sûriyeyê bombebaran kir û bi vê kiryara xwe baweriya xwe ya li Moskovayê ji holê rakir. Amerîka bi vê helwesta xwe piştgiriya rêxistinên terorîstî kir.

    RÛSYA, TEKOŞÎNA BI TERORÎZMÊ RE ŞANÎ HERKESÎ DA

    Morozov di dirêjiya axaftina xwe de got: "Divê em vê jî ji bîr nekin, terorîstên li Rojhilata Navîn dibe derbasî Asyaya Navîn bibin. Dîsa armanc bêaramiya herêmê ye, lê wekî Rûsyayê em ê fersendê nedin vî tiştî. Em tim vê dibêjin, ji bo tekoşîna terorîzma navneteweyî divê em vekirî bin. Lê mixabin xuya dike ku planên Amerîka yên cûda hene. Em li Sûriyeyê vê bi awayekî eşkere dibînin. Piştgiriya me ji bo Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad wê bidome. Ev saleke Rûsya tekoşîna xwe ya bi terorîzmê re îspat kir û şanî herkesi da."

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Amerîka dixwaze berpirsyariya xwe ya li Sûriyeyê bixe ser milê hinekên din
    Rûsya: DYA ji ber nebesiya xwe hevdîtin rawestand
    Rûsya: Herêmên tevlî agirbestê bûn gihişte 709an
    'Rawestandina hevdîtinên Rûsya û DYAyê wê zirarê bide pêvajoya siyasî ya Sûriyeyê'
    Rûsya: DYA teahûdên xwe yên li Sûriyeyê neanî cih
    Etîketan:
    Hikumeta Amerîkayê, Hevdîtinên di navbera Rûsya û Amerîkayê de, Senator û endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Komîteya Federasyona Rûsyayê, Îgor Morozov, Rojhilata Navîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de