00:31 19 Sibat 2018
Zindî
    Valentina Matviyenko

    Matviyenko: "Polîtîkaya hikumeta Amerîka ya derve têk diçe"

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Seroka Konseya Federasyona Parlamentoya Rûsyayê Valentîna Matviyenko di daxuyaniya xwe de ragihand ku polîtîkaya hikumeta Amerîka ya derve têk diçe.

    Navenda Nûçeyan — Seroka Konseya Federasyona Parlamentoya Rûsyayê Valentîna Matviyenko di daxuyaniya xwe de ragihand ji bo polîtîkaya hikumeta Amerîka ya derve têk diçe dev ji hevdîtinên bi Rûsyayê yên mijara Sûriyeyê berda.

    Valentîna Matviyenko di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji bo ku polîtîkaya Amerîka ya derve li Rojhilata Navîn têk çû, hevdîtin bi Rûsyayê re bi dawî kirin. Ev jî dide nişandan ku hikumeta Amerîkayê di nava êş û şermeke mezin de wê dev ji wezîfeya xwe dewr bike."

    Hikumeta Serokê Amerîkayê Barak Obama, piştî hilbijartina 8ê Mijdarê dê wezîfeya xwe dewrî desthilata nû bike.

    Matviyenko di dirêjiya axaftina xwe de got: "Her çikas Amerîka hevdîtinên pirsgirêka Sûriyeyê bi Rûsyayê re rawestîne jî dîsa jî em mûzakereyan red nakin, lê em ji diyalog û mûzakereyeke bi ferman û ultîmaton re jî ne amade ne. Ev tiştên ku em dibêjin müzakere, ji bo herdu aliyan jî dana tavîzê ye."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Amerîka dixwaze berpirsyariya xwe ya li Sûriyeyê bixe ser milê hinekên din
    Rûsya: DYA ji ber nebesiya xwe hevdîtin rawestand
    Rûsya: Herêmên tevlî agirbestê bûn gihişte 709an
    'Rawestandina hevdîtinên Rûsya û DYAyê wê zirarê bide pêvajoya siyasî ya Sûriyeyê'
    Rûsya: DYA teahûdên xwe yên li Sûriyeyê neanî cih
    Etîketan:
    Hevdîtinên di navbera Rûsya û Amerîkayê de, Hikumeta Serokê Amerîkayê, Seroka Konseya Federasyona Parlamentoya Rûsyayê, Valentîna Matviyenko, Rojhilata Navîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de