16:52 25 Hezîran 2018
Recep Tayyip Erdogan û Vladimîr Pûtîn

Pûtîn di 10ê Cotmehê de tê Tirkiyeyê

© REUTERS / Sergei Karpukhin
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Hat daxuyandin ku Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di 10ê Cotmehê de ji bo hevdîtina bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan re û ji bo axaftina li Kongreya Enerjî ya Cîhanê ya li Stenbolê wê were Tirkiyeyê.

Navenda Nûçeyan — Şêwirmendê Serokatiya Dewlet a Rûsyayê Yuriy Uşakov di daxuyaniyê de got "Serdana Pûtîn a ji bo Tirkiyeyê wê di 10ê Cotmehê pêk were. Pûtîn wê di Kongreya Enerjî ya Cîhanê de axaftinekê bike û wê (bi Serokomar Erdogan re) hevdîtina wî ya dualî pêk were."

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov jî gotibû Pûtin dibe ku di serê cotmehê de serdana Tirkiyeyê bike. Peskov diyar kiribû ku Pûtîn di vê serdana xwe de îhtîmala çûna Stenbolê jî li derve nahêle.

Ev serdana Pûtîn ya ji bo Tirkiyeyê, piştî xistina balafira şer a Su-24ê ya Rûs ji aliyê F-16ên Tirk ve serdana yekem e.

Kongeray Enerjî ya Cîhanê ya ku Pûtîn jî wê lê axaftinekê bike, di navbera 9 û 13ê Cotmehê wê li Stenbolê were lidar xistin.

Bi heman mijarî:

Rûsya: Amerîka dixwaze berpirsyariya xwe ya li Sûriyeyê bixe ser milê hinekên din
Rûsya: DYA ji ber nebesiya xwe hevdîtin rawestand
Rûsya: Herêmên tevlî agirbestê bûn gihişte 709an
'Rawestandina hevdîtinên Rûsya û DYAyê wê zirarê bide pêvajoya siyasî ya Sûriyeyê'
Rûsya balyozê Hollandayê bangî Wezareta Karên Derve kir
Etîketan:
serdan, Şêwirmendê Serokatiya Dewletê ya Rûsyayê, Kongreya Enerjî ya Cîhanê, Serokdewletê Rûsyayê, Berdevkê Kremlînê, Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayîp Erdogan, Yuriy Uşakov, Dmitriy Peskov, Vladîmîr Pûtîn, Stenbol, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de