13:48 22 Hezîran 2018
Sergey Dankvert

Ji Rosselhoznadzorê daxuyaniya fêkiyê Tirkiyeyê

© Sputnik / Sergey Subbotin
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Ajansa Venêrîna Berhemên Çandinî ya Rûsyayê (Rosselhoznadzor)Sergey Dankvert ragihand ku tu problemeke mezin li pêşiya kerîna berhemên çandinî yê Tirkiyeyê nemaye.

Navenda Nûçeyan — Serokê Ajansa Venêrîna Berhemên Çandinî ya Rûsyayê (Rosselhoznadzor) Sergey Dankvert di hevpeyvîna xwe ya televîzyona Rossiya 24ê de ragihand ku tu problemeke mezin li pêşiya kerîna berhemên çandinî yê Tirkiyeyê nemaye û demeke dirêj e li ser vê mijarê em bi Enqereyê re dixebitin, lê dibe hemû hilberînerên firingî yên tirk nikaribin vegerin bazara Rûsyayê.

Li gorî Serokê Rosselhoznadzorê di îxracata berhemên Tirkiyeyê de ya herî bi problem firingî ye. Ji bo firingî bi partiyên mezin têne standin derfeta venêrîna qalîteyê pir zahmet e.

Ev daxuyaniya ku ji Rosselhoznadzorê hat dayîn ji bo hilberînerên tirk pir girîng e, lewra biryara mûeyîdeyên li ser berhemên çandinî ji xeyrî hikumeta Rûsyayê bi erêkirina ajansê ve girêdayî ye.

Bi heman mijarî:

Ji bo îtxalata berhemên çandinî yên Tirkiyeyê şertekî Rûsyayê heye
Pûtîn: "Ji bo rakirina xedeya berhemên çandinî qelîte şert e"
Rosselhoznadzor wê li Tirkiyeyê kontrola berhemên çandinî bike
Rûsya:'Heke Tirkiye garantiye bide, em dikarin qedexeya berhemên çandinî rakin'
Etîketan:
Berhemên çandinî yê Tirkiyeyê, Serokê Ajansa Venêrîna Berhemên Çandinî ya Rûsyayê (Rosselhoznadzor), Sergey Dankvert, TIrkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de