06:46 19 Sibat 2018
Zindî
    لافروف يلتقي سعد الحريري

    Lavrov: Çareseriya Sûriyeyê, dê rewşa Libnanê baştir bike

    © Sputnik/ Ilia Pitalev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro sêşemê diyar kir ku başkirina rewşa Libnanê dê bi çareserkirina qeyrana Sûriyeyê hêsantir bibe.

    Navenda Nûçeyan —Îro Wezîrê Derve yê Rûsyayê bi Serokê Şepêla Siberojê ya Libnanî Se'ed El-Herîrî re civiya.

    Lavrov di wê hevdîtinê de wiha axivî: "Başkirina rewşa Libnanê dê hêsantir be, eger qeyrana Sûriyeyê were çareserkirin. Armanca rêkeftina navbera Amerîka û Rûsyayê ku endamên koma piştgiriya Sûriyeyê jî pejirandibû, jî ev bi xwe bû."

    Herwiha wezîrê rûs teqez kir ku welatê wî dê her alîkariya madî û mirovî bide Libnanê ji bo penaberên ku tên wî welatî.

    Ji aliyê din ve, Lavrov diyar kir ku welatê wî ji berpisyariya xwe li Sûriyeyê nareve û wiha got: "Ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyeyê, pêdivî bi karê kolektîv heye. Hevkariya bi Amerîkayê jî tê de."

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: DYA ji ber nebesiya xwe hevdîtin rawestand
    Rûsya: Herêmên tevlî agirbestê bûn gihişte 709an
    'Rawestandina hevdîtinên Rûsya û DYAyê wê zirarê bide pêvajoya siyasî ya Sûriyeyê'
    Rûsya: DYA teahûdên xwe yên li Sûriyeyê neanî cih
    Rûsya balyozê Hollandayê bangî Wezareta Karên Derve kir
    Etîketan:
    qeyrana Sûriyeyê, Şepêla Siberojê ya Libnanî, Se'ed El-Herîrî, Sergey Lavrov, Amerîka, Rûsya, Libnan, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de