14:02 22 Hezîran 2018
Moşekên S-300

Li gorî berpirsên amerîkî, Rûsyayê moşekên S-300î li Sûriyeyê bi cih kirine

© Foto: cdn.rt.com
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Li gorî televîzyona Fox Newsê ku navenda wê li Amerîkayê ye, Rûsyayê pergala parastina moşekên S-300î li Sûriyeyê bi cih kirine.

Navenda Nûçeyan - Televîzyona Foz Newsê di nûçeya xwe de ku dispêre berpirsên amerîkî, Rûsyayê dawiya hefteyê pergala parastina moşekên S-300î sewkî bajarê Tartusê yê Sûriyeyê kiriye. Li gorî nûçeyê, Rûsyayê cara yekemîn ev pergala moşekan ji xeyrî axa xwe li welatekî din bi cih kir.

Ji aliyê din ve derheqê vê îdîayê de hê ji Moskovayê tu daxuyaniyeke ku vê îdîayê serast an jî derew derxîne nehatiye dayîn.

Di vê navberê de ev îdîaya Fox Newsê piştî îlana rawestandina danûstandinê Rûsya û Amerîka yên ji bo Sûriyeyê bi rojekê kete çapemeniyê.

Pergala parastina moşekên S-300î hetanî dûrahiyeke 240 kîlometroyî diçin.

Her wiha Rûsyayê piştî balafira Su-24 li sînorê Sûriyeyê ji terefê jetên F-16 yên Tirkiyeyê ve hat xistin pergala parastina moşekên S-400î li Baregeha Leşkerî ya Hmeymîma Lezqiyeyê bi cih kiribûn.

Bi heman mijarî:

Bahreyn bi sîstemên S-300 û S-400 ên Rûs re elqeder dibin
Gelo moşekên Bavar-373 yên Îranê reqîbên S-300 ên rûsî ne
Ji Rûsyayê tetbîqata bi S-300 û S-400î
Moskova, ji bo Îranê dest bi sewqiyata moşekên S-300 kir
Enqere ji bo moşekên S-300 ji Rûsyayê ne razî ye
Etîketan:
Baregeha Leşkerî ya Hmeymîmê, Artêşa Rûsyayê, Pergala parastina moşekên S-400î, Lezqiye, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de