19:22 19 Hezîran 2018
Rusya'nın Şam Büyükelçiliği

Li dijî Balyozxaneya Rûsyayê ya li Şamê êrîş pêk hat

Sputnik
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ragihand ku li hemberî Balyozxaneya Rûsyayê ya li Şamê ji herêmeke ku di bin kontrola komên Fetih El Şam (bi navê xwe berê Eniya El Nûsra) û Feylek er Rahman de gule hat reşandin. Hat diyar kirin ku ji ber êrîşê di nava peywirdarên balyozxaneyê de tu mirî an jî birîndar tune ye.

Navenda Nûçeyan — Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê de hat diyar kirin ku duh li dijî Balyozxaneya Rûsyayê ya li Şamê bi topên hawanê êrîş pêk hat. Di daxuyaniyê de hat dest nişan kirin ku yek ji wan topên hawanê li nêzîkê beşa avahiyên balyozxaneyê ket û hat gotin ku siûda me hebû ku ji xebatkarên balyozxaneyê tu kesan zirar nedît tene di avahiyê de ziyaneke madî çêbû.

Li gorî agahiyên li ber destê Wezareta Karên Derve êrîşa topên hawanê ji bajaroka Cobarê ya ku di bin kontrol komên Fetih El Şam (bi navê xwe yê berê El Nûsra) û Feylek er Rahman de ye, hatiye pêk anîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin "em vê êrîşa li dijî balyozxaneya Rûsyayê, wek encama flortkirina Amerîka û hevkarên wê yên bi militan û tundrewên cuda yên ku li Sûriyeyê tundiyê provoke dikin re dibînin."

Bi heman mijarî:

Rûsya: DYA ji ber nebesiya xwe hevdîtin rawestand
Rûsya: Herêmên tevlî agirbestê bûn gihişte 709an
Rûsya: DYA teahûdên xwe yên li Sûriyeyê neanî cih
Rûsya balyozê Hollandayê bangî Wezareta Karên Derve kir
Rûsya, peymana plutonyum a ku bi Amerîkayê re îmze kiribû rawestand
Etîketan:
êrîş, Feylek er Rahman, Fetih El Şam, Balyozxaneya Rûsyayê ya li Şamê, Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Cobra, Şam, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de