10:36 22 Hezîran 2018
Artêşa Rûsyayê

Kovboy, wê leşkerên rûsî biparêzin

© Sputnik / Vladimir Pirogov
Rûsya
Lînkê kurt
0 41

Artêşa Rûsyayê ji hezarî zêdetir cilên parastî ku bi ‘kovboy' tê binavkirin dane texsîsî mûretebatê tankan ê Yekîneyên Leşkerî yê Başûr kirin.

Navenda Nûçeyan — Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji bo leşker û mûretebatê ku li Yekîneya Leşkerî ya Başûr di tankan de wezîfeyê dikin ji hezarî zêdetir cilên parastî ‘Kovboy' û amûrên araste yên 6B15 hat dayîn.

QISMÊ JOR JÎ WEKÎ ZIRXÊ LAŞ LI HEMBERÎ GULEYAN PIR QEWIYE

Cilên parastî ‘Kovboy' ji terefê Enstîtûya Lêkolînên Navendî ya Endezyariya Amurên Hesas ên Rûsyayê (TsNIITochMash) ve hat pêşxistin, cil ne tenê derdora bedenê ji guleyên diparêze qismê jor jî wekî navîn li hemberî guleyan pir qewiye.

JI SEDÎ 80YÊ LAŞ DIGIRE

Cila parastî ya bi navê Kovboyê di heman demê de hewayê derbas dike û bi tevahî 6 kîlo û 500 xram e, kesê ku li xwe dike hem wî ji perçeyên şerebnelan û hem jî ji şewatê diparêze.

Amurê leşkerî ji sedî 80yê laş asê digire û hetanî hezar û 100 santigrat dereceyî kesê ku li xwe dike wî ji agir diparêze. Kovboy, ji sala 2012an û vir ve di nava Artêşa Sûriyeyê de têne bikaranîn.

Bi heman mijarî:

Rûsya: DYA ji ber nebesiya xwe hevdîtin rawestand
Rûsya: Herêmên tevlî agirbestê bûn gihişte 709an
'Rawestandina hevdîtinên Rûsya û DYAyê wê zirarê bide pêvajoya siyasî ya Sûriyeyê'
Rûsya: DYA teahûdên xwe yên li Sûriyeyê neanî cih
Rûsya balyozê Hollandayê bangî Wezareta Karên Derve kir
Etîketan:
Amurên leşkerî yên Artêşa Rûsyayê, Enstîtûya Lêkolînên Navendî ya Endezyariya Amurên Hesas ên Rûsyayê (TsNIITochMash), Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de