00:16 19 Hezîran 2018
Ala Rûsya û Amerîkayê

Moskova: "Amerîka, li Sûriyeyê amadeye ku bi şeytan re jî hevkariyê bike"

© Flickr /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku biryara rawestandina mûzakerayên Amerîkayê yên Sûriyeyê Moskova xemgîn kir û xeyalên me tekbirin.

Moskova — Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku Amerîka ji bo guherandina rejima Sûriyeyê dixwaze bi şeytan re jî hevkariya bike, dikare tifaqê bi terorîstên ku dixwazin demê berepaş vegerînin re bike û ev nêrîna wê her diçe zelal dibe.

HEKE LI SÛRIYEYÊ ÊRIŞÊN TERORÎ PÊK WERIN, BERPIRSYAR QESRA SPÎ YE

Wezaretê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Rîskên li Sûriyeyê pir mezin bûne. Heke piştî vê biryara Amerîkayê li Sûriyeyê êrişên terorîstî pêk werin berpirsyar Qesra Spî ye. Bijarte ya Washîngtonê ye, divê ji bo pêşeroja gelê Sûriyeyê nîqaşên aqîlane bikin."

Li gorî Wezareta Derve ya Rûsyayê, hikumeta Serokê Amerîkayê Barak Obama ew erka ku bikaribe bi Rûsyayê re ji bo Sûriyeyê hevkariyê bidomîne tuneye, lewma nikare mûxalifên nerm ji grûbên terorîst veqetîne.

GUVAŞ LI EL NÛSRAYÊ NEKIRIN

Di berdewamiya nivîsa wezaretê de hat gotin ku Amerîkayê tucarî guvaşên ji dil li ser Eniya El Nûsrayê nekirin. Digel ku El Nûsra ji hêla herkesî ve wekî grûbeke terorîst tê nasîn jî Washîngtonê grûbên nerm ku dixwestin bi hikumetê re hevkariyê bikin ji vê rêxistinê veneqetandin. Rêxistina El Nûsrayê tucarî nebû perçeyekî peymana aştiyê û Amerîka wan di bin banê mûxalifên nerm de diparêze.

Bi heman mijarî:

Izvestiya: "Rûsya û Amerîka li Sûriyeyê li pey peymaneke nû ne"
Generalê amerîkî: "Divê Rûsya û Amerîka dev ji reqabetê berdin"
Rûsya û Amerîka planên xwe yên rawestandina şerê li Sûriyeyê eşkere dikin
Lavrov: Rûsya û Amerîka dibe ku hefteya bê jî li hevdu bicivin
Rûsya û Amerîka ji bo 10 rojan li Sûriyayê agirbest bê ragihandin hevdîtin dikin
Etîketan:
Rêxistina terorîs a El Nûsrayê, Hevkariya rêvebiriya Amerikayê, Wezareta Derve ya Rûsyayê, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de