11:50 22 Sibat 2018
Zindî
    Vîtaliy Çurkîn

    Rûsya: DYA ji ber nebesiya xwe hevdîtin rawestand

    © AP Photo/ Seth Wenig
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nûnerê Dewamî yê Rûsyayê yê li NYyê Vîtaliy Çurkîn piştî biryara DYAyê ya derbarê rawestandina hevdîtinên Sûriyeyê yên li gel Rûsyayê diyar kir ku wê di mijara agirbestê de gavên yekalî navêjin. Çurkîn amaje kir ku DYA ji ber nebesiya xwe di mijara jihevcudakirina dijber û terorîstan, hevdîtinan betal kir.

    Navenda nûçeyan - Çurkîn di civîneke çapemeniyê de bang li NYyê kir û xwest ku ew li hember terorîzma li Sûriyeyê planeke berfirehtir amade bike.

    'EL NÛSRA LI HELEBÊ AMADEHIYA ÊRIŞEKE MEZIN DIKE'

    Çurkîn destnîşan kir û got divê peymana agirbestê terorîstan nehewîne nav xwe û diyar kir ku El Nûsra li Helebê amadehiya êrişeke mezin dike.
    Çûrkîn amaje kir ku El Nûsra peymana agirbestê ya ku di 9ê Îlonê de hate îmzekirin bi dehan caran binpê kir û wiha pê de çû: 'Ew milyon û nîvek şêniyên li başûrê Helebê bi dorpêçkirinê tehdît dikin û em dibînin ku ew amadehiya êrişeke mezin dikin.'

    Nûnerê rûs Çurkîn daxuyand ku divê gel guh nede tehdîtên El  Nûsrayê û vê tehdîtê belav neke. Çurkîn da zanîn ku wan derî li hevdîtinên li gel DYAyê negirtine û bo jinûvedestpêkirina hevdîtinan çi hewce bike jî wê bikin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Herêmên tevlî agirbestê bûn gihişte 709an
    Rûsya: DYA teahûdên xwe yên li Sûriyeyê neanî cih
    Rûsya balyozê Hollandayê bangî Wezareta Karên Derve kir
    Rûsya, peymana plutonyum a ku bi Amerîkayê re îmze kiribû rawestand
    Rûsya: Tirkiye di tûrîzmê de derket rêza yekem
    Rûsya bû serokê Konseya Ewlehiyê ya NY yê vê mehê
    Etîketan:
    tehdît, el nûsra, heleb, agirbest, êriş, vîtaliy çurkîn, rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de