02:11 22 Sibat 2018
Zindî
    Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova

    Rûsya: DYA teahûdên xwe yên li Sûriyeyê neanî cih

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê derbarê rawestandina hevdîtinên Sûriyeyê yên li gel Dewletên Yekbûyî Yê Amerîkayê (DYA) de daxuyaniyek da û got DYA teahûdên xwe yên li Sûriyeyê nikarîbû bianîna cih û ew binket.

    Navenda nûçeyan — Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova amaje kir ku DYA gavên pêwîst yên derbarê agirbesta Sûriyeyê neanî cih lê Rûsya li gel vê yekê bo dewamiya agirbestê dîsa jî hewldaneke mezin da. Piştî daxuyaniya berdevkê Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê John Kirby yê derbarê rawestandina hevdîtinên Sûriyeyê yên li gel Rûsyayê, Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova  beşdarî bernameya televîzyona Perviy Kanala ya rûs bû û got: 'Washington şertê sereke yê agirbestê ku wê alîkariyek jiyanî bida  gelê Helebê neanî cih.  Niha jî dixwazin binketina xwe ya di peymana ku wan amadekiriye bavêjin stûyê derdorê.'

    DYA DIJBER Û TERORÎSTAN JIHEV CUDA NEKIR

    Zaxarova diyar kir ku madeya herî girîng ya peymana agirbestê vekişandina wek hev ya hêzên dijber û artêşa Sûriyeyê ya li ser rêya Kastîlloyê bû û got DYa nexwest fişarê li dijberan bike. Zaxarova destnîşan kir ku ev tevgera DYAyê bû sedema kordînasyoneke nû ya di navbera dijberan û got: 'DYA teahûda xwe ya derbarê jihevcudakirina dijber û terorîstan neanî cih.'

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova henekê xwe bi Wezîrê Îngilîstanê Boris Johnson kir
    Zaxarova: ‘Armanca Rûsyayê ya li Sûriyayê têkoşîna li dijî terorîzma navneteweyî ye'
    Zaxarova: Destberdana Amerîkayê ji hevkariyê, dê diyarî be ji terorîstan re
    Zaxarova: ‘Em niha fêm dikin ku xistina balafira me tesadûf nebû'
    Etîketan:
    teahûd, şerê li sûriyeyê, çareseriya siyasî, john kirby, maria zaxarova, dya, rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de