00:52 24 Hezîran 2018
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê

Rûsya balyozê Hollandayê bangî Wezareta Karên Derve kir

© AFP 2018 / Alexander Nemenov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Rûsya di derbarê di sala 2014a de xistina balafira MH17ê ya Riyên Hewayî yên Malezyayê li rojhilatê Ûkraynayê de ji bo pavrvekirina daxuyaniyên Rûsyayê ji bo Wezareta Karên Derve bang li Balyozê Hollandayê yê li Moskovayê Renée Jones-Bos kir.

Navenda Nûçeyan — Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê de hat diyar kirin Moskovayê ji Hollandayê xwest ku lêkolîna hûrgiliyên dane yên radarên di demek nêzîk de hatin dayîn, bikin. Di daxuyaniyê de hat dest nişan kirin ku daneyên ku Rûsyayê dane, di mijara rewşa qada hewayî ya wê demê ya li Ûkraynayê de çarçoveyeke bêalî peşkeş dike.

Rûsyayê her wiha ragihand ku di derbarê bêalîtî û pêbaweriya komisyona hevpar a ku lêpirsînê dimeşîne de bi şik in.

Dozgerên lêpirsînê ya ku li Holandayê tê meşandin daxuyandibûn ku ew gihîştine wê encamê ku sîstema moşeka BUKê ya ku bû sedema ketina balafirê ji bo Ûkraynayê ji nava axa Rûsyayê hatiye birin. Lê dozgeran ketina balafirê bi awayekî fermî bi dewleta Rûsyayê an jî bi welatiyên Rûsyayê têkildar nekiribûn.

Berdevkê Wezareta Parastinê yê Rûsyayê İgor Konaşenkov jî derbirî ku tevlî moşeka BUKê sîstemên moşek ên Rûs tu caran sînorê Rûsya û Ûkraynayê derbas nekiriye.

Bi heman mijarî:

Rûsya, peymana plutonyum a ku bi Amerîkayê re îmze kiribû rawestand
Rûsya: Tirkiye di tûrîzmê de derket rêza yekem
Rûsya bû serokê Konseya Ewlehiyê ya NY yê vê mehê
Rûsya: Hejmara herêmên tev li agirbestê bûn, gihişt 689an
"Divê Rûsya, Îran, Sûriye û Tirkiye ji bo bidawîkirina şerê Sûriyeyê hevkariyê bikin"
Etîketan:
Balyozê Hollanda yê li Moskovayê, Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Renée Jones-Bos, İgor Konaşenkov, Malezya, Hollanda, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de