23:59 21 Sibat 2018
Zindî
    Sergey Lavrov

    Lavrov: Em amadene ku hevkariyê bi welatên Misilman re bikin

    © Sputnik/ Michael Klimentyev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku di warê têkoşîna li dijî terorê de ew amadene hevkariyê bi welatên Misilman re bikin.

    Moskova — Lavrov li Moskovayê di programa bi munasebeta hatina sala nû ya Hicrî hate lidar xistin de axivî û diyar kir ku ew di têkoşîna li dijî terorê de hevkariyê girîng dibinin û wiha axivî: "Em îro ji berê bêhtîr pêwistiyê bi avakirina eniya têkoşîna dijterorê ya berfireh dibinin ku Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin salek berê di Lijneya Giştî ya NYyê de anîbû ziman."

    Lavrov daxuyand ku Rûsya amadariya pêşkêşkirina pêşnûmeyekê ji bo Desteya Ewlekariyê ya NYyê dike ku civaka navdewletî li hemberî terorê û belavbûna tundiyê têxe nava tevgerê. Lavrov wiha got: "Em di vê çarçoveyê de amadene ku bi welatên Misilman re hevkariyê bikin."

    ‘PEYMANA AGIRBESTÊ YA KU ME BI DYAYÊ RE ÎMZE KIR DIVÊ DI MERÎYETÊ DE BIMÎNE'

    Wezîrê rûsî berdewamkirina peymana agirbesta li Sûriyê ya bi DYAyê re girîng nirxand û diyar kir ku peymana agirbestê ya di 9ê Îlonê de hatiye îmzekeren wê di çêkirina koordinasyona bibandor a di têkoşîna terorê de wê tevkariyê bike.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Peymana Sûriyê ji ber helwesta DYAyê ya nediyar hate sekinandin
    Lavrov û Kerry derbarê Sûriyeyê de hevdîtin kirin
    Lavrov: "Amerîka dixwaze El Nûsrayê ji bo planên xwe bi kar bîne"
    Lavrov: Di meseleya Fetih El-Şamê de baweriya me sed ji sedî bi Amerîkayê nayê
    Lavrov: "Amerîka lêborîn ji Esad xwest"
    Etîketan:
    dewletên misilman, agirbest, Lijneya Giştî ya NYyê, Desteya Ewlekariyê ya NYyê, Sergey Lavrov, Vladimir Putin, DYA, Sûriye, Rûsya, Moskova
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de