06:51 18 Hezîran 2018
Sergey Lavrov

Lavrov: Amerîkayê em neçar hiştin ku em peymana plutonyumê rawestînin

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku biryara rawestandin a peymana plutonyumê ya bi Amerîkayê re hat îmze kirin, li hemberî helwesta Amerîkayê ji neçarî hat dayîn.

Navenda Nûçeyan — Lavrov diyar kir ku helwesta Amerîkayê bû sedem ku ew peymana ‘Rêvebirin û Îmhakirina Plutonyumê' ya ku di sala 2000î de bi awayekî dualî hat îmze kirin, were rawestandin. Lavrov dest nîşan kir ku ew ê destûrê nedin Amerîka ya ku hewl dide ku ji aliyekî ve li herêmên diyar bi Rûsyayê re hevkariyê bike him jî ji aliyekî ve hişyarî û ji bo polîtîkayên mueyideyan zorê dide Rûsyayê.

Wezîrê Karên Derve Lavrov di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de got "me va peymana sala 2000î ji bo pêşî lê girtina çekdarbûna nukleerê wek riyêk bibandor didît û em hîn jî wisa dibînin. Lê mixabin em di van rojên dawiyê de dibînin ku Amerîka li hemberî Rûsyayê hinek gavên ne dostane davêje.Bi bihaneyên ku me qanî nakin li hemberî Rûsyayê di qada aborî û hinek qadên din de mueyîde tên pêk anîn. NATO û Amerîka di heman demê de li herêmên nêzîkê sînorên Rûsyayê dest bi amadehiya çêkirin a cihên leşkerî kirine. Amerîka û hevkarên wê bi awayekî eşkere li dijî Rûsyayê hinek polîtîkayên çewisandinê dimeşînin. Heta piştî van li hemberî bajarên Rûsî gefên terorê jî hatin."

Her wiha îro ji Kremlînê jî hatibû daxuyandin ku peymana ku ji bo armancên parastinê û îmhakirina madeyên plutonyûmê ya ku bi Amerîkayê re hatibû îmzekirin, hatiye rawestandin.

 

Bi heman mijarî:

Lavrov: Peymana Sûriyê ji ber helwesta DYAyê ya nediyar hate sekinandin
Lavrov û Kerry derbarê Sûriyeyê de hevdîtin kirin
Lavrov: "Amerîka dixwaze El Nûsrayê ji bo planên xwe bi kar bîne"
Lavrov: Di meseleya Fetih El-Şamê de baweriya me sed ji sedî bi Amerîkayê nayê
Lavrov: "Amerîka lêborîn ji Esad xwest"
Etîketan:
neçar, peymana plutonyumê, helwest, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov, Amerîka, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de