10:35 18 Hezîran 2018
Russian Deputy Foreign Minister Gennady Gatilov

Karên Derve yên Rûsî: Em hewl didin ku bi Amerîkayê re li hevdu bikin

© Sputnik / Evgeni Biyatov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Gennadiy Gatilov diyar kir ku ew ji bo ku li Sûriyeyê ji nû ve agirbestê pêk bînin, hewl didin ku bi Amerîkayê re li hevdu bikin. Gatiov ê ku di cîvineke çapemeniyê ya ajansa Rossiya Segodnyayê de axivî, got "em ji bo ku li Sûriyeyê agirbestê nû bikin, hewl didin ku bi Amerîkayê re li hevdu bikin.

Navenda Nûçeyan — Gatilov di derbarê xerabûna agirbestê de jî anî ziman ku êrîşên li Deyre Zorê yên li dijî sengerên artêşa Sûriyeyê û êrîşên li dijî konvoya alîkariya mirovî ya nêzîkê Helebê bû sedem ku li wê peymana ku wan û Amerîkayê di 9ê Îlonê de li ser li hevdu kirin, bipirsin.

Gatilov dest nîşan kir ku Rûsyayê gelek caran xwest ku miqayeseya nexşeyên ku li Sûriyeyê cihên komên cuda nîşan didin, bikin lê Qashingtonê va yeka qebûl nekir. Gatilov da zanîn ku ew di derbarê Sûriyeyê bi Amerîkayê re nîqaşên girîng dimeşînin û derbirî ku di navenda van nîqaşan de jî Heleb heye.

Ji aliyê din ve Gatîlov got Rûsya ji bo ku konvoyên alîkariyê hereket bikin amade ye ku ji bo 48 saetan navbera mirovî bide.

Bi heman mijarî:

Rûsya, peymana plutonyum a ku bi Amerîkayê re îmze kiribû rawestand
Rûsya: Tirkiye di tûrîzmê de derket rêza yekem
Rûsya bû serokê Konseya Ewlehiyê ya NY yê vê mehê
Rûsya: Hejmara herêmên tev li agirbestê bûn, gihişt 689an
"Divê Rûsya, Îran, Sûriye û Tirkiye ji bo bidawîkirina şerê Sûriyeyê hevkariyê bikin"
Prof.Dr.Bilal Sambur: Rûsya tekane aktora bikare kêşeya Sûriyeyê çareser bike
Etîketan:
lihevkirin, mijar, hewldan, Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, Gennady Gatilov, Sûriye, Deyre Zor, Amerîka, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de