19:22 21 Hezîran 2018
Amur Gadjiev

Rûmeta Rûsyayê, di nava alema Îslamî de her diçe zêde dibe

Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Nûçegihanê Spûtnîkê û Lêkolînerê Enstîtuya Akademiya Şerkî ya Zanistên Rûsyayê Dr. Amur Gadjîev ragihand ku rûmeta Rûsyayê, li alema Îslamî her diçe zêde dibe.

Navenda Nûçeyan — Nûçegihanê Spûtnîkê û Lêkolînerê Enstîtuya Akademiya Şerkî ya Zanistên Rûsyayê Dr. Amur Gadjîev di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: "Îsal ji Rûsyayê 16 hezar û 400 kes ji bo Hecê çûne Erebîstana Siûdî. Di nava van de hemwelatiyên me yên ji Daxistan, Tatarîstan, Çeçenîstan, Başkortostan, İnguşetya û cihên din çûn. Em gelekî kêfxweş bûn. Gelek hevdîtin û diyalogên me yên erênî pêk hatin. Heyeta misilmanê Rûsyayê di şêweyê malbatî de wezîfeya xwe ya pîroz bi cih anî."

Rûmeta Rûsyayê her diçe di nava alema îslamî de zêde dibe
© Sputnik /
Rûmeta Rûsyayê her diçe di nava alema îslamî de zêde dibe

GELEK QEDR Û QÎMETÊN MISILMANÊN RÛS GIRTIN

Amur Gadjîev di berdewamiya axaftina xwe de got: "Me bi organîzetorên Siûdî ku Hec organize kiribûn re hevdîtin pêk anîn. Me bi wan re diyalog û hevdîtinên delal çêkirin. Di mijara belge û kotayê de em rastî tu pirsgirêkan nehatin. Organîzasyona îsal pir baş bû û tu bûyerên neyînî neqewimîn. Hemû hecacên ku diçin Siûdî wekî mêvanê Qraliyetê têne hesibandin. Rûsya êdî di qada navnetweyî de li cihêkî pir cûda ye. Li Rûsyayê zêdetirî 20 milyon misilman dijî û di heman demê de jî endamê Rêxistina Hevkariya Îslamî ye. Di serdana xwe ya Siûdî de ez rastî vî tiştî hatim, her diçe rûmeta Rûsyayê di alema îslamî de zêde dibe."

Bi heman mijarî:

Rûsya, peymana plutonyum a ku bi Amerîkayê re îmze kiribû rawestand
Rûsya: Tirkiye di tûrîzmê de derket rêza yekem
Rûsya bû serokê Konseya Ewlehiyê ya NY yê vê mehê
Rûsya: Hejmara herêmên tev li agirbestê bûn, gihişt 689an
"Divê Rûsya, Îran, Sûriye û Tirkiye ji bo bidawîkirina şerê Sûriyeyê hevkariyê bikin"
Etîketan:
Ji bo ferza Hecê serdana Siûdî, Lêkolînerê Enstîtuya Akademiya Şerkî ya Zanistên Rûsyayê, Amur Gadjîev, Erebîstana Siûdî, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de