13:57 18 Sibat 2018
Zindî
    Reqqa-Telabyad

    İzvestiya: Amerîka wê Reqqayê ji DAIŞê re berde

    © AFP 2018/ Bülent Kılıç
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rojnameya İzvestiyayê nivisî ku Amerîkayê biryar girtiye ku wêli Sûriyeyê beşdarê operasyon a rizgarkirina Reqqayê nebe. Li gorî rojnameyê Amerîka li şûna vê yekê plansaziyê dike ku li dijî Mûsilê ya ku wekî ‘paytexta' Iraqê ya DAIŞê tê zanîn, operasyonê lidar bixe.

    Navenda Nûçeyan — Çavkaniyekî payebilind ê ji Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ji bo İzvestiyayê axivî û got "Koşka Spî difikirî ku berê hilbijartinên serokatiyê her du ‘paytextan' (Reqqa û Mûsil) bi hevdu re bigire. Lê Amerîka ji ber hişyariya Tirkiyeyê ku xwest di operasyonê de piştgiriya Kurdên Sûriyeyê bikar neyine, neçar ma ku dev ji hedefeke xwe (Reqqayê) berde."

    Rayedarekî leşkeri yê Iraqî jî agahî da İzvestiyayê û pişt rast kir ku yekîneyên Amerîkayê xwe amade dikin ku li dijî Mûsilê dest bi operasyonan bike.

    Çavkaniyê ku xwest navê wî neye eşkerekirin, got "Amerîka ji Iraqê dixwaze ku operasyona rizgarkirin a Mûsilê di nava cotmehê de bide destpê kirin. Lê beşa êrîşê ya operasyonê hîn ne amade ye. Ji ber ku artêşa Iraqê ji bo şûnde girtina bajêr hîna jî hemû hêzên xwe berhev nekirine."

    Çavkaniyê diyar kir ku di nava mehên dawiyê de hebûna leşkerên Amerîkayê her ku diçe zede dide û dest nîşan kir ku hejmara leşkerên Amerîkayê yên li Iraqê gihîşt 8 hezaran.

    Bi heman mijarî:

    Izvestiya: "Rûsya û Amerîka li Sûriyeyê li pey peymaneke nû ne"
    Izvestiya: "Hindistan dixwaze ji Rûsyayê moşekên kruz bistîne"
    Izvestiya: "Rûsya ji bo firînên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê agahî xwestin"
    Izvestiya: "Rûsya wê pêşniyara peymana leşkerî li Tirkiyeyê bike"
    Etîketan:
    payebilind, çavkanî, berdan, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, DAIŞ, Rojnameya Izvestiyayê, Mûsil, Amerîka, Tirkiye, Iraq, Sûriye, Reqqa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de