14:08 18 Hezîran 2018
Balafir

Balafira Tirkiyeyê wê asîmanê Rûsyayê kontrol bike

© Flickr / Andrew Thomas
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Balafira leşkerî ya modela CN-235 a Hêza Hewayî ya Tirkiyeyê li asîmanê Rûsyayê wê firîna kontrolî bike. Di balafirê de pisporê rûs û tirk wê cih bigirin.

Navenda Nûçeyan — Balafira leşkerî ya modela CN-235 a Hêza Hewayî ya Tirkiyeyê li asîmanê Rûsyayê wê firîna kontrolî bike. Derheqê mijarê de Serokê Navenda Kêmkirina Rîskên Nûklerî ya Wezareta Parastin a Rûsyayê Sergey Rijkov ragihand ku di balafirê de wê pisporê rûs û tirk cih bigirin.

Sergey Rijkov di berdewamiya axaftina xwe de got: " Kontrola Peymana Asîmanê Vekirî (ASA) di navbera 3 û 7ê Cotmehê de dê were pêk anîn û pispor wê bi balafira CN-235 a Tirkiyeyê firînê bikin. Her wiha di firînê de wê pisporên leşkerî yên rûsî jî di balafirê de bin.

BALAFIRÊN CN-235 BI ÇEKAN NAYÊN ARASTEKIRIN

Rijkov di dirêjiya axaftina xwe de got: "Balafira CN-235 modeleke ku bi çekan nayê arastekirin e. Hem balafir û hem jî wêneyên li ser balafirê ji kontrola pisporên navneteweyî derbas bû. Di vê kontrolê de pisporên rûsî jî cih girtin. Amûrên teknîkî ku ne li gorî venêrînên kontrola navneteweyî bin di firînê de nayên bikaranîn. Balafira CN-235 herî dawî di navbera 11 û 15ê Tîrmehê de asîmanê Rûsyayê kontrol kiribû."

Bi heman mijarî:

Zaxarova: ‘Em niha fêm dikin ku xistina balafira me tesadûf nebû'
Moşeka ku balafira MH17ê xistiye ‘ji Rûsyayê birine’ Ukraynayê
FLAŞÎDIA - "Hinek perçeyên balafira ketî di destên HPGê de ne"
Rûsya: Ûkrayna daneyên di derbarê balafira MH17ê de vedişêre
Wezîra Tenduristiyê ya Rûsyayê di balafira New Yorkê de jiyana jinekê rizgar kir
Etîketan:
Balafira CN-235, Balafira Tirkiyeyê wê asîmanê Rûsyayê kontrol bike, Serokê Navenda Kêmkirina Rîskên Nûklerî ya Wezareta Parastin a Rûsyayê, Sergey Rijkov, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de