04:33 24 Îlon 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn

    Ji Pûtîn bo cihûyan peyama Roş Aşana

    © Foto: twitter
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1610

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo cejna ‘Roş Aşana' ku wekî sersala nû ya cihûyan tê qebûlkirin peyameke pîrozbahiyê weşand.

    Navenda Nûçeyan — Peyama fermî ku di malpera înternetê ya Kremlînê de hat weşandin, Serokê Rûsyayê Pûtîn sersala nû ya cihûyên li Rûsyayê pîroz kir. Pûtîn di peyamê de got: "Sazî û dezgehên cihû yên Rûsyayê ji bo parastina ol, adet û kevneşopên neteweyî gelek ked û xebatê didin. Teqdîra herî mezin jî ev e ku piştgiriya aştî û lihevkirinê dikin û li dijsemîtîzmê derdikevin û xebatên astengiya dijminahiya biyaniyan dikin."

    PÛTÎN, DI SALA NÛ DE JI BO CIHÛYAN DAXWAZA KÊFXWEŞÎ Û ARAMIYÊ KIR

    Serokê Dewleta Rûsyayayê Vladimîr Pûtîn di sala nû de ji bo cihûyan daxwaza aramî, kêfxweşî û wekheviyê kir.

    Li gorî teqwîma Îbranî, roja yekem û duyem a meha Tişrî wekî sersal tê qebûlkirin û hemû cihû wê rojê wekî cejnê pîroz dikin.

    Bi heman mijarî:

    Merkelê ji bo Ûkrayna û Sûriyeyê telefonî Pûtîn kir
    Pûtîn: Aboriya Rûsyayê ji heqê pêvajoya daketinê der tê
    Kremlîn: Dibe ku Pûtîn di meha cotmehê de serdana Tirkiyê bike
    Pûtîn: "Hewceyî bi belavbûna Yekîtiya Sovyetê tunebû"
    Pûtîn, ji bo Serokatiya Dumayê navekî nû peşniyar kir
    Etîketan:
    Cejna cihûyan a sersalê, Serokê dewleta Rûsyayê, Vladimîr Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de