22:45 26 Îlon 2017
Zindî
    Vîze

    Ji Rûsyayê bo rêjima bê vîze gava pêşî

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 4501

    Di 24ê Mijdarê de piştî xistina balafira rûsî ji terefê jetên Tirkiyeyê ve Moskovayê li hemberî welatiyên tirk serbestiya vîzeyê betal kiribû. Li Rûsyayê ji bo serbestiya vîzeyê gaveke girîng hat avêtin.

    Navenda Nûçeyan — Di 24ê Mijdarê de piştî xistina balafira rûsî ji terefê jetên Tirkiyeyê ve Moskovayê li hemberî welatiyên tirk serbestiya vîzeyê betal kiribû. Li Rûsyayê ji bo serbestiya vîzeyê gaveke girîng hat avêtin. Hat ragihandin ku Wezareta Ekonomî yê Rûsyayê ji bo rakirina qedexeya vîzeyê li ser karsazên tirk serî li Wezareta Derve ya Rûsyayê da.

    Cîgirê Wezîrê Ekonomî yê Rûsyayê Aleksey Lihaçev di daxuyaniyên xwe ji bo medyaya Rûsyayê de ragihand ku ji Wezareta Derve ya Rûsyayê ji bo karsazên tirk me daxwaza serbestiya vîzeyê di esasê beramberbûnê kir.

    Aleksey Lihaçev di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di serê meha tebaxê de bi Tirkiyeyê re ji bo pêşvebirina bazirganî, turîzm û hevkariyê me ji Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn peyameke xurt wergirt. Li gorî pêşbîniyên me rakirina vîzeyan dê bibe sebeb ku herdu welat beramberî hev gavan biavêjin. Lewra barkêşên rûs jî bi vîzeyê diçin Tirkiyeyê, vîzeya Tirkiyeyê hem bûha û hem jî standina wê pir zahmet e."

    Bi heman mijarî:

    "Divê Rûsya, Îran, Sûriye û Tirkiye ji bo bidawîkirina şerê Sûriyeyê hevkariyê bikin"
    Yardim: " Divê Rûsya û Tirkiye li Rojhilata Navîn hevkariyeke zêdetir bikin"
    Canikli: Her ku diçe Tirkiye û Rûsya hîn nêzîkê hevdu dibin
    ‘Di pirsgirêka kurd a Sûriyê de Tirkiye, Îran û Rûsya wek hev difikirin'
    Amerîka: Biryar biryara Tirkiye û Rûsya ye
    Etîketan:
    Cîgirê Wezîrê Ekonomî yê Rûsyayê, Wezareta Derve ya Rûsyayê, Aleksey Lihaçev, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de