12:52 20 Tebax 2017
Zindî
    Rusya Dışişleri Bakanlığı Sözcüsü Mariya Zaharova

    Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê: Hevdîtinên bi DYAyê re yên derbarê Sûriyê qut nebûne

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 30 0 0

    Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova civîna çapemeniyê ya heftane lidar xist.

    Moskova — Zaxarovayê diyar kir ku rewşa li Helebê rakeşandiye û li vir şerê di navbera artêşa Sûriyê û komên terorîst de berdewam dike. Zaxarovayê herwiha got ku komên terorîst rêyên derketina sivîlan ji Helebê bloke kiriye.

    'HEVPEYVÎNA NÛSRAYÊ ALÎKARIYA KU TERORÎSTÊN LI SÛRİYÊ JI DERVE DISTÎNIN PIŞTRAS KIR'

    Zaxarovayê röportaja Jürgen Todenhöfer ji bo rojnameya alman a Kölner Stadt-Anzeiger bi fermandarê El Nusrayê re kiriye bibîr xist û destnîşan kir ku bi vê hevpeyvîne hatiye piştrastkirin ku komên terorîst DYA jî din av de ji derve alîkariyê distînin. 

    'EM LI NEXWEŞXANEYAN SAHRAYÊ DIXIN KU JI BO MILÎTANAN HATINE ÇÊKIRIN'

    Zaxarovayê piştrast kir ku îdiayên dibêjin hêzên hewayî yên rûs li Sûriyê nexweşxane bombebaran kiriye ne rast in. Zaxarovayê balkişand ser encamên lêkolînê yên li Îtalyayê hatine weşandin û diyar kir ku avahiyên ku ji hêla hêzên hewayî yên rûs ve hedef hatine girtin nexweşxaneyên sehra yên ji bo milîtanan hatine avakirin e.

    Zaxarovayê herwiha got ku nasnameyên wan kesên îdia dikin hêzên hewayî yên rûs êrîşa hewayî biriye ser nexweşxaneyan biguman in û dibe ku çavkaniyên van îdiayan militan bixwe bin.

    'ME HÊVÎ DIKIR KU DYA DAXUYANIYA XWE BI PAŞ VE BIKIŞÎNE LÊ…'

    Zaxaroveyê derbarê nirxandina Berdevkê Karê Derve yê DYAyê John Kirby ku digot heke şerê li Sûriyê nesekine ‘Wê terorîst êrîşî bajarên rûsan bikin û leşkerên rûs ên li Sûriyê di torbeyên cenazeyan de vegerin malên xwe' de axivî û got: "Me hêvî dikir ku ev daxuyaniya ne di cî de û ne li gorî rêzikên dîplomasiyê û ne jî li gorî yên humanîzmê heta sibê wê paş ve bê kişandin lê mixabin tiştekî wiha nebû." Zaxarovayê gotinên Kirby weke bangewaziya ‘li hemberî Rûsyayê ketina çalakiyê ya terorîstan' şîrove kir.

    Zaxarovayê destnîşan kir ku ev daxuyanî dide xuyakirin ku DYAyê ti wextî têkiliyên xwe yên rasterast û nerasterast bi komên muxalif ên radîkal re qut nekiriye û wiha berdewam kir: "Gelo hûn xeyal dikin ku Moskova weke bersiva polîtîkaya derve Washingtonê bi zêdebûna terorê li DYAyê tehdit bike? Ez tiştekî wisa xeyal nakim."

    'DI MIJARA SÛRIYÊ DE TEMAS NEHATINE BLOKEKIRIN'

    Li ser pirsa ku ‘Gelo piştî daxuyaniya Wezareta Karê Derve ya DYAYê dawî li gotûbêjên Sûriyê yên di navbera Rûsya û DYAyê de hatiye anîn an na Zaxarovayê got: "Hevdîtin qut nebûn, me derî negirtiye. Ez nikarim bibêjim ku niha hin civîn çêdibin lê parvekirina zanyariyan û temas nehatine blokekirin.

    'MIJARA ALÎKARIYA ÇEKAN JI BO LÎBYAYÊ NEHATE ROJEVÊ'

    Zaxoravayê aşkere kir ku di serdana Rûsyayê ya rayedarên Libyayê de mijara alîkariya çekan ji bo hikûmeta Tobrûkê nehatiye rojevê. Zaxarovayê wiha got: "Ev mijar ne hate axavtin ne jî daxwaza alîkariya çekan ji serokatiya rûsî hate kirin."

    Rojnameya Izvestiyayê idia kiribû generalekî hêzên bi ser hikûmeta Tobrukê daxwaz ji Rûsyayê kiriye ku ambargoyê rakin û alîkariya çekan bi hêzên Libyayê re bikin.

    'DIBÊJIN KU DELÎL DERBARÊ MH17 DE HENE LÊ TENÊ YEK DELÎLÊ JÎ NÎŞAN NADIN'

    Zaxarovayê nirxandin li ser encamên lêpirsîna koma dozgerên di bin serokatiya Hollandayê de li ser balafira MH17 a li rojhilatê Ukraynayê hate xistin jî nirxandin kir. Zaxarovayê diyar kir ku "Dozger dibêjin delîlên wan hene lê bêyî ku delîlan nîşan bidin cawa dikarin derbarê MH17 yê de bigihêjin encaman?" û careke din destnîşan kir ku encamên lêpirsînê siyasî ne.

    Zaxarovayê aşkere kir ku di dema lêpirsînê de daneyên radarê yên ji hêla Rûsyayê hatine dayin, nehatine lêkolînkirin û diyar kir ku ew amadene alîkariya lêpirsînê bikin.

    agahî tên…

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: ‘Em niha fêm dikin ku xistina balafira me tesadûf nebû'
    Zaxarova: Dapalandina peymana Sûriyeyê ji bo çapemeniyê şêweyê Amerîkayê ye
    Zaxarova: Leşkerên DYAyê bi awayekî ehmeqane û bê rihm Kerry bê bergirî dihêlin
    Zaxarova: "Şova Kerry ya Sûriyeyê gelekî bi rebenî bû"
    Zaxarova: Ev ne cara yekem e ku Amerîka hemû cîhanê dixapîne
    Etîketan:
    Balafira MH17ê, rojnameya alman a Kölner Stadt-Anzeiger, Wezareta Karê Derve ya DYAyê, Hikûmeta Tobrukê, Rojnameya Izvestiyayê, Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê, El Nusra, Jürgen Todenhöfer, Mariya Zaxarova, John Kirby, Tobruk, Washington, Hollanda, Libya, Ukrayna, Sûriye, Îtalya, DYA, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de