03:42 21 Tebax 2017
Zindî
    Mariya Zaxarova

    Zaxarova: Me piştgiriya Erdogan nekir, me ya hiqûqa navneteweyî kir

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova got me bi helwesta xwe ya piştî hewldana derbeyê ‘piştgiriya Serokomar Recep Tayîp Erdogan nekir, me piştgiriya hiqûqa navneteweyî kir.'

    Navenda Nûçeyan — Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ji bo malpera Russia-greece2016ê axivî û helwesta Rûsyayê ya di derbarê hewldana derbe ya 15ê Tîrmehê de eşkere kir. Zaxarova got "ez dixwazim diyar bikim ku em piştgiriyê nadin pozîsyona Erdogan. Ev ne meseleyek piştgirîkirina şexsekî ye ku kêfa me jê re tê an nayê. Prensîbeke me ya ku me politikaya xwe derve li ser avakiriye heye: tevgerîna li gorî hiqûqa navneteweyî û şopandina prensîpên bingehîn ên NY."

    Zaxarova dest nîşan kir ku wan di dema 15ê Tîrmehê de piştgirî da ‘pergala yasayî, rewatî û hikumeta ku yasayî hatiye hilbijartin' û got "ji berk u ev tenê ne ji welatekî ji bo herêmê jî bingeha parastin a îstîqrarê ye."

    Ji aliyê din ve Zaxarova diyar kir k udi hevkariya mijar a Sûriyeyê bi Tirkieyeyê re meyleke çeker tê xuya û da zanîn ku çalakiyên hevpar pêkan e.

    Zaxarova diyar kir ku ‘bi Tirkiyeyê re diyalog û hevkarî ji nû ve hatiye pêkanîn' û got "va hevkariya li ser esasê danûnstendina fikrî û parvekirina agahiyan e. Ger ku hewce bike çalakiyên hevpar jî wê pêkan be."

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: ‘Em niha fêm dikin ku xistina balafira me tesadûf nebû'
    Zaxarova: Dapalandina peymana Sûriyeyê ji bo çapemeniyê şêweyê Amerîkayê ye
    Zaxarova: Leşkerên DYAyê bi awayekî ehmeqane û bê rihm Kerry bê bergirî dihêlin
    Zaxarova: "Şova Kerry ya Sûriyeyê gelekî bi rebenî bû"
    Zaxarova: Ev ne cara yekem e ku Amerîka hemû cîhanê dixapîne
    Etîketan:
    hewldana derbeyê, piştgirî, hiqûqa navneteweyî, Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayîp Erdogan, Mariya Zaxarova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de