01:36 20 Tebax 2017
Zindî
    Mariya Zaxarova

    Zaxarova: ‘Em niha fêm dikin ku xistina balafira me tesadûf nebû'

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 88 0 0

    Berdevka Wezareta Karên Derveyê ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand ku piştî çend mehan fêm kirine ku balafira şer a Rûsyayê di 24ê Mijdara 2015an de hat xistin tesadûf nebû û got: ‘Me û hemû cihanê dît ku li Tirkiyeyê çi diqewimin.'

    Navenda Nûçeyan — Zaxarova ji rojnameya Komsomolskaya Pravda re axivî û li ser pirsa balafirên Rûsyayê û hêzên koalîsyona NATOyê li Sûriyayê îxtîmal heye gelo bitesadûfî li hev biqelibin wiha bersivand: Em bibîr bixin ku bûyerên li Tirkiyeyê tesadûf nebûn, tiştên bi qestî bûn. Em û hemû cihan niha fêm dikin ku li Tirkiyeyê çi qewimîn.

    DERPOŞA SÎTILÊ DEMA VEBÛ…

    Zaxarova hewldana derbeya leşkeri ya di 15 Tîrmehê de îma kir û wiha pê de çû: ‘Ez bivê yekê tiştin li Tirkiyeyê qewimîn qest dikim. Dema derpoşa sîtilê vebû me dît ku di salên dawî de li Tirkiyeyê çi qewimîn, rêvebiriyên tirk di çi şert û mercan de xebat kirine em fêm dikin. Ji bo vê yekê tiştên ku li Tirkiyeyê qewimîn tesadûf nebûn.

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: Dapalandina peymana Sûriyeyê ji bo çapemeniyê şêweyê Amerîkayê ye
    Zaxarova: Leşkerên DYAyê bi awayekî ehmeqane û bê rihm Kerry bê bergirî dihêlin
    Zaxarova: Ev ne cara yekem e ku Amerîka hemû cîhanê dixapîne
    Zaxarova ji bo nûnerê DYAyê: Ji bo ku hûn wateya gotina şermê fam bikin divê biçin Sûriyê
    Zaxarova: "Washîngton DAIŞê diparêze"
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de