11:42 24 Îlon 2017
Zindî
    Sûriye

    Piştî salekê: Rûsyayê di 12 mehan de li Sûriyeyê çi kir

    © Sputnik/ Dmitriy Vinogradov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Beriya ku sala operasyonên Rûsyayê ya li Sûriyayê biqede, Mîralayekî Sûriyeyê ji Sputnikê re rola artêşa rûsî ya li dijî terorîmê nirxand.

    Navenda Nûçeyan — Mîralayê ku li bajarê Lazkiye ya Sûriyeyê fermandarê wê yekîneyê ye ku faaliyetên Hêzên Hewa û Feza yên Rûsyayê û artêşa Sûriyeyê koordine dike, got "bi hezaran senger û kelheyên rêxistinên terorîstan hatin îmha kirin. Tanker û depoyên neftê yên ku hatin dizîn hatin îmha kirin û gelek milîtanên rêxistinê hatin kuştin."

    Mîralayê Sûriyeyî da zanîn ku balafirên Rûsî hêviya jiyanê û baweriya gelê Sûriyeyê şûnde anî û got "tene li Lazkiyeyê di nav çend mehan de bi dehan gund hatin rizgar kirin û bi hezaran kes vegeriyan malen xwe. Bi sedan cihên stratejik ji nû ve ketin bin kontrola artêşa Sûriyeyê."

    'SEDEMA SERKEFTINÊ YA HERÎ GIRÎNG PARVEKIRINA ÎSTÎXBARAT Û KOORDÎNASYONÊ YE'

    Mîralay diyar kir ku sedema herî girîng a vê serkeftinê parvekirina îstîxbarat û koordinasyona di navebra artêşa Sûriye û Rûsyayê de ye û got "yekîneyên bejahiyê nikarîbûn bigihiya hinek sengerên terorîstan. Di rewşên wisa de balafirên Rûsî rolek gelekî girîng lîstin û li sengerên herî qewî yên terorîstan dan û bi vî awayî pêşketina leşkerên Sûriyeyê pêk hat."

    Wî Mîralayê Sûriyeyê dest nişan kir ku ew koordînatên terorîstan û cihên sewqiyata çekên wan bêyî navber ji bo Hêzên Hewa û Feza yên Rûsyayê radigîhin.

    'RÛSYAYÊ GELEK SERKIRDEYÊN TERORÎSTAN KUŞTIN'

    Mîralayê anî ziman ku Artêşa Rûsyayê di serî serkirdeyên DAIŞê û Eniya Fetîh El Şamê (bi navê berê El Nûsra) gelek serkirdeyên terorîstan kuştin û balkişand ser rola Rusan a paqijkirina mayinên li Palmirayê.

    Rûsya li ser daxwaza Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad di 30ê Îlona 2015a de li Sûriyeyê dest bi operasyonên li dijî terorîstan kiribû. Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di 14ê Adara 2016a de ferman dabû hinek yekîneyên Rûsyayê yên li Sûriyeyê da ku vegerin Rûsyayê

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya peymana agirbestê ya bi DYAyê re çêkiriye weşand
    Rûsya mûeyîdeyên li ser Misrê radike
    Rûsya: Ûkrayna daneyên di derbarê balafira MH17ê de vedişêre
    Senatorê amerîkî: Rûsya li Sûriyeyê tekane hêza bibandor e
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de