08:45 23 Îlon 2017
Zindî
    Wezareta Derve ya Rûsyayê

    Rûsya peymana agirbestê ya bi DYAyê re çêkiriye weşand

    © AFP 2017/ JOEL SAGET
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 66 0 0

    Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê tevahiya metna peymana agirbestê ya li Sûriyê bi raya giştî re par ve kir ku di 9ê Îlonê de bi DYAyê re hatibû çêkirin.

    Moskova — Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê destnîşan kir ku DYA di pêkanîna peymanên heta îro bi Rûsyayê re çêkiriye serkeftî nebûye û metnên agirbestên di 28ê Adara 2016ê, 15ê Tîrmeha 2016ê û 9ê Îlona 2016ê de di malpera xwe de weşand.

    'DYA LI HEMBERÎ BANGEWAZIYA RÛSYAYÊ BÊ DIL BÛ'

    Wezaretê diyar kir ku Rûsyayê her wext ji bo berpirsiyariya cudakirina muxalifên nerm ji Fetih El Şamê (Bi navê xwe yê beriya ji El Qaîdeyê veqete Eniya El Nusrayê) û DAIŞê banga pesendkirina li gel raya giştî kiriye lê Washingtonê her wext bêdil tevgeriyaye. Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê her wiha ji bo dokumana Navenda Pêkanîna Hevbeş DYA a di 24ê Tîrmeha 2016an de hateyi îmzekirin bi raya giştî re par ve bike bang li DYAYê kir ku dokuman li hemberî teroristan pêşbîniya koordînekirina operasan dikir.

    ‘DERBARÊ JIDILIYA DYAYÊ GELEK PIRS ÇÊBÛN?

    Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Me pêşniyar kir ku her metna peymanê piştî hate qebûlkirin bila bê weşandin. Lê hevalbendên DYAyî her carê li hember derdiketin û ev bû sedema derbarê jidilia DYAyê de gelek pirs di sere me de çêbibin. Bi taybetî bêdiliya DYAyê ya derberê cudakirina milîtanên Fetih El Şamê ji muxalifên nerm û bêdiliya wê ya di mijara aşkerekirina berpirsiyariya xwe ya di çêkirina operasyonên li hemberî komên terorîst ên beşdarî agirbestê nabin de bal kişand ser xwe."

    JI WEZARETA KARÊ DERVE YA RÛSYAYÊ BANGEWAZÎ JI BO WASHINGTONÊ

    Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê careke din binê wî tiştî xêz kir ku komên muxalif ên DYA wan weke nerm bi nav dike bi Fetih El Şamê re şer dikin û hema hema bi vê rêxistinê re bûne yek. Wezaretê careke din bang li Washingtonê kir ku soza cudakirina muxalifên nerm ji Fetih El Şamê bi cî bîne.

    ‘ÇAVGIRTINA JI TERORÎSTAN RE TI CARAN ENCAMÊN BAŞ DERNAXE'

    Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê di dawiya daxuyaniya xwe de hişyariyek jî da DYAyê û wiha got: "Em careke din dubare dikin ku lîstoka bi terorîstan re û çavgirtina ji terorîstan re ti caran encamên baş dernaxin holê.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Dê tu biryara KENYê ji bo agirbesta li Sûriyayê tine be
    De Mistura: Agirbesta li Sûriyeyê hîn nemiriye lê di bin metirsiyeke mezin de ye
    Rûsya: Ji bo agirbesta li Sûriyê em bandora xwe bikar tînin
    Kremlîn: "Em ji pêvajoya peymana agirbesta Sûriyeyê kêfxweş in"
    Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê: Divê peymana agirbesta li Sûriyê bê weşandin
    Agirbesta ku ji aliyê Rûsya û Amerîkayê ve hate ragihandin tê binpêkirin
    Etîketan:
    komên terorîst, 'muxalifên nerm', agirbest, Fetih El Şam, DAIŞ, El Nûsra, El Qaîde, Wezareta Karê Derve Rûsyayê, Rûsya, DYA, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de