16:00 20 Îlon 2017
Zindî
    Sergey Lavrov

    Rûsyayê, gel û hikûmeta Kolombiyayê pîroz kirin

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Wezîrê Karên Derveya ya Rûsyayê Sergey Lavrov ji bo peymana dîrokî ku şerê di navbera Hêzên Şoreşgerê Kolîmbiyayê (FARC) û Hikûmeta Kolîmbiyayê ku ev 52 sale dewam dike bidawî anît, pîrozbahî li gelê Kolombiyayê kirin.

    Moskova — Wezareta Karên Derveyê ya Rûsyayê daxuyad ku Lavrov peyam ji hevpîşeya xwe Maria Angela Holguin Kolombiyayê re şandiye û ji bo morkirina peymana dîrokî wê pîroz kiriye û daxwaza Kolîmbiyayek xweşhalî, demokratîk û aştiyane kiriye.

    RÛSYA, JI BO ALÎKARIYA PÊVAJOYA AŞTIYÊ YA LI KOLÎMBIYAYÊ AMADEYE'

    Lavrov destnîşan kir ku amadene ji bo alîkarî bidin pêvajoya aştiyê ya li Kolombiyayê û dixwazin bi Kolombiyayê re têkiliyên dualî bipêş bixin.

    Serokê Dewleta Kolombiyayê Juan Manuel Santos û Pêşengê FARCê Tîmoleon Jimenez (Tîmoçenko) peymana ku ji 297 rûpelan pêk dihat morkirin û dawî li şerê 52 salan anîtin. Lê ji bo yasebûna peymanê divê di referandûma ku 2ê Cohmehê pêk were de bê erêkirin.

    Li welatê Kolombiyayê şer û pevçûnên herî temen dirêj ya Cihanê qewimî û ji sala 1964an vir ve nêzî 220 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û 6 milyon mirov jî ji cih û warê xwe koçber bûne.

    Bi heman mijarî:

    FARC bertek da êrişên Artêşa Tirk yên li ser Rojava
    Nûçeya ku FARC wê alîkariya şervanên kurd bike hate derewandin!
    FARC dê li gel şervanên kurd li hember DAIŞê şer bikin
    Şer li Kolombiyayê rawestiya: FARCê çek danî
    Etîketan:
    dîrokî, gel, hikûmet, aştî, peyman, pîrozbahî, Wezareta Karên Derveyê ya Rûsyayê, Maria Angela Holguin, Tîmoleon Jimenez, Juan Manuel Santos, Sergey Lavrov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de