13:49 26 Îlon 2017
Zindî
    Balafirên rûsî

    Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê derbarê operasyonan de daxuyanî da

    © Sputnik/ Dmitriy Vinogradov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mihail Bagdanov, diyar kir ku dema operasyon nû destpêkirin wan hêvî dikirin ku di nava çend mehan de bidawî jî bibe.

    Navenda nûçeyan - Bogdanov, beşdarî civîna komîteya têkiliyên navneteweyî yê Konseya Federasyona baskê jêr ya parlementoya Rûsyayê bû.
    Bogdanov di civînê de derbarê operasyonên li Sûriyeyê de wiha axivî: ‘Wê demê me digot qey wê operasyon bi qasî çend mehan berdewam bike. Lê dike salek operasyonan biqede lê hêj xebatên me berdewam dike.'

    SEDEMA DIRÊJBÛNA OPERASYONAN…

    Bogdanov destnîşan kir ku divê di têkoşîna li dijî terorîzmê mirov bi hevre bixebite lê gelek kes hêj giringiya vê yekê fêm nekirine. Lewma jî sengerek fireh ya ku şerê terorîstan dike tune ye.

    OPERASYONÊN RÛSYAYÊ SALEKE BERDEWAM DIKIN

    Operasyonên hêzên hewayî yên Rûsyayê yên li hemberî komên terorîst 30 Îlonê de wê sala xwe tijî bike. Serokê Dewleta Rûsyayê heta niha gelek caran bang li dewletên 'eleqedar' kir ku bi hevre li hember terorîstan cepheyeke berfireh ava bikin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsyayê pergala parastina hewayî ya bi Ermenîstanê re pejirand
    Banga civîna lezgîn a Lijneya Ewlekariya NYyê, êrîşeke enformasyonê li ser Rûsyayê ye
    Dijberiya Sûriyeyê û ASA serperiştiya Rûsyayê napejirînin
    Clinton, dosyayên xwe yên nepen li otelek Rûsyayê jibîr kiriye
    Muallîm ji bo operasyonên li Sûriyayê sipasiya xwe pêşkeşî Rûsyayê kir
    Li Rûsyayê 6 partî ketin Dumayê
    Etîketan:
    leşkerên rûsî, şerê li dijî daişê, terorîzm, komên terorîst, Mihail Bogdanov, rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de