09:54 24 Nîsan 2018
    İgor Konaşenkov

    Rûsya: Ûkrayna daneyên di derbarê balafira MH17ê de vedişêre

    © Sputnik/ Alexander Vilf
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê İgor Konaşenkov daxuyand ku li nêzîkê balafira rêwiyan a MH17ê k udi sala 2014a de li rojhilatê Ûkraynayê hatibû xistin, radareke ayidê Ûkraynayê hat tespit kirin û got ev yek dide îspat kirin ku pergala parastina hewayî ya Ûkraynayê heye.

    Balafira rûsî
    © Sputnik . Dmitriy Vinogradov
    Navenda Nûçeyan — Konaşenkov dîmenên ku ji aliyê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê û Febrîqeya Elektromekanîk a Lianozova Utes-T ya girêdayî şîrketa parastinê ya Rûsî Almaz-Anteyê ve hatin bi dest xistin, ji bo rayagiştî belav kir û got "daneyên ku ji Amerîka û Ûkraynayê ve hatine girtin derdixe holê ku moşeka ku li balafirê ketiye ji herêmeke di bin kontrola Kievê ve hatiye avêtin. Ji ber ku firîn ji aliye radarên Ûkraynayê û pergala parastinê ya hewayî ve tê kontrol kirin, Kiev daneyên ku dîmenên MH17ê jî tê de ne, vedişêre."

    Konaşenkov dest nişan kir ku li gel hemû bangewaziyên Rûsya û welatên din Ûkrayna daneyên di destê xwe de nade û got rêveberiya Ûkraynayê di sala 2001ê de piştî ku balafira Rûs a Tu-154 ket Behra Reş çawa tevdiger îro jî bi heman awayî tev diğere.

    Rayedarê Febrîqaya Elektromekanîk a Lianozova Utes-Tyê Viktor Meşeryakov balkişand ser ku dema ketina balafirê ya MH17ê ji xeynî her du balafirên sivîl wekî din tiştên ku ayidê aliyên sêyemîn nehatine tespit kirin.

    Balafira rêwiyan a MH17ê li rojhilatê Ûkraynayê bi 289 rêwiyên xwe hatibû xistin û di encama bûyerê de tu kes nefilitîbû.

    Bi heman mijarî:

    Wezîra Tenduristiyê ya Rûsyayê di balafira New Yorkê de jiyana jinekê rizgar kir
    Ji Rûsyayê balafira charter a pêşîn ber bi Tirkiyê ve firiya
    Yevkûrev: Balafira Rûsyayê bêyî xebera Erdogan hat xistin
    Balafira Tirkiyeyê wê qada hewayî ya Rûsyayê kontrol bike
    Ji Rûsyayê bo Amerîkayê hişyariya ‘balafira sîxur'
    Li Rûsyayê balafira Su-25 ket
    Li Rûsyayê balafira rêwiyan ket: 62 mirî
    Etîketan:
    veşartin, dane, ketina balafirê, Berdevkê Wezareta Parastinê yê Rûsyayê, İgor Konaşenkov, Behra Reş, Kiev, Amerîka, Ûkrayna, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de