17:26 26 Îlon 2017
Zindî
    Vitaliy Çurkin

    Çurkin: Aştiya Sûriyeyê bû tiştekî negengaz

    © Foto:
    Rûsya
    Lînkê kurt
    Sûriye piştî operasyona Rûsyayê (51)
    0 58 0 0

    Nûnerê Daimî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî Vitaliy Çurkin got ku hema hema vegerandina aştiyê li Sûriyeyê bûye peywireke negegengaz.

    Navenda Nûçeyan —Çurkin di civîna Lijneya Elwehiyê ya NYyê de axivî û got: "Bi sedan komên çekdar li seranserê Sûriyeyê belav bûne. Hema kî bixwaze ji xwe re nava wî welatî bombebaran dike. Êdî hema hema peywireke ne gengaz e ku Sûriye vegere rojên xwe yên aştiyê."

    "ÊDÎ GAVÊN YEKALÎ NAYÊN QEBÛLKIRIN"

    Nûnerê Rûsyayê bal kişand serê wê yekê ku hertim mercên nû tên raberkirin ta ku agirbest bi pêş ve biçe û wiha dewam kir: "Em hertim li çareseriyê geriyan lê ew bû sedem ku komên çekdar û dijberan bêtir êrîşên xwe berdewam bikin û di heman demê de hat gotin ku divê hikûmeta Sûriyeyê bi awayekî yekalî bes balafirên xwe rake. Ji serî de, ev tenê ji bo sê rojan bû û em li gorî wê tevgeriyan lê em ê êdî gavên yekalî qebûl nekin".

    Çurkin teqez kir ku divê pêvajoya siyasî berdewam bike ta ku ew welat bigêje aştiyê û wiha pê de çû: "Em hîn jî nizanin bê çima ji Gulanê û vir ve, gav ji bo wî tiştî nayên avêtin."

    Mijar:
    Sûriye piştî operasyona Rûsyayê (51)

    Bi heman mijarî:

    Lavrov piştî Lijneya Giştî ya NY bersiva pirsên rojnamegeran dide
    Lavrov di Lijneya Giştî ya NY de axivî
    Çavuşoglu: "Carinan ez bi Lavrov re bi rûsî diaxivim"
    Lavrov: Divê El Nûsra ji agirbestê sûdê wernegire
    Çûrkîn: Lavrov û Kerry di mijara Sûriyeyê de pêşketinek xweş bi dest xistin
    Lavrov û Kerry li New Yorkê çend hevdîtin pêk anîn
    Lavrov û Johnson di hevdîtina xwe de krîza Sûriyeyê nirxandin
    Etîketan:
    aştî, agirbest, komên çekdar, Lijneya Elwehiyê ya NYyê, Vitaliy Çurkin, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de