14:03 26 Îlon 2017
Zindî
    Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova

    Zaxarovayê bersiva daxuyaniya Johnson da

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 4310

    Berdevka Wezareta Derve Rûsyayê Mariya Zaxarovayê li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihand ku daxuyaniyên Londonê yên ku Rûsyayê bi dirêjkirina dema qeyrana Sûriyeyê û wêrankirina rewşa wî welatî tawanbar dikin, divê ji bo Iraqê li Brîtanyayê werin kirin.

    Navenda nûçeyan — Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Boris Johnson ji kanala BBCyê re gotibû: "Rûsyayê şerê Sûriyeyê dirêj kir û roj bi roj vî şerî xerabtir dike."

    Zaxarovayê ki rûpela xwe ya Facebookê wiha got: Ji bilî du peyvan, her tişt rast e. Divê gotina "Rûsya" bi "Brîtanya" û ya "Sûriye" bi "Iraq"ê werin guhertin".

    Ji aliyê din ve, agirbesta Sûriyeyê ku bi gotûbêjên dûvdirêj di navbera Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry de hatibû ragihandin, di 19ê vê mehê de bi dawî bû.

    Herwiha Wezareta Derve ya Rûsyayê teqez kir ti alî ji bilî Artêşa Sûriyeyê pabendî bi agirbestê nekir û çekdaran gelek caran ew agirbest bin pê kir.

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: Dapalandina peymana Sûriyeyê ji bo çapemeniyê şêweyê Amerîkayê ye
    Zaxarova: Leşkerên DYAyê bi awayekî ehmeqane û bê rihm Kerry bê bergirî dihêlin
    Zaxarova: "Şova Kerry ya Sûriyeyê gelekî bi rebenî bû"
    Zaxarova: Ev ne cara yekem e ku Amerîka hemû cîhanê dixapîne
    Zaxarova ji bo nûnerê DYAyê: Ji bo ku hûn wateya gotina şermê fam bikin divê biçin Sûriyê
    Zaxarova: "Washîngton DAIŞê diparêze"
    Zaxarova: Diyaloga tirk û rûsan bi perspektifeke baş berdewam dike
    Etîketan:
    agirbest, Artêşa Sûriye, BBC, Boris Johnson, Mariya Zaxarova, John Kerry, Sergey Lavrov, London, Sûriye, Brîtanya, Iraq, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de