09:46 18 Tebax 2017
Zindî
    Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova

    Zaxarova: Dapalandina peymana Sûriyeyê ji bo çapemeniyê şêweyê Amerîkayê ye

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova got belgeya Sûriyeyê ya ku ji aliyê Associated Pressê ve hat weşandin, tenê qismekî peymana agirbestê ya di navbera Rûsya û Amerîkayê de ye.

    Navenda Nûçeyan — Zaxarova diyar kir ku belgeye ku ketiye destê ajansên nûçeyan ji wan 5 peyamnên di navbera Rûsya û Amerîkayê de hat danîn, tenê peymanek e û got "Me ji serî de bang li Amerîkayê dikir da ku van belgeyan biweşînin. Fikra me ew e ku daxuyandina van belgeyên wê him ji bo pêkanîna wan him jî ji bo pêşketina çareseriyê ya Sûriyeyê bibe alîkar."

    Zaxarova da zanîn ku weşandina belgeyê li şûna ku di malpera Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê de were weşandin, di çapemeniyê de hat weşandin, tiştekî ecêb e û got "lê ev şêweyê hempîşeyên me yên Amerîkayî ye. Careke din duba re dikim, ev ji wan 5 belgeyan tenê belgeyek e." Zaxarova li ser pirseke di derbarê girîngiya belgeyê de jî got "bêguman girîng e, ji ber ku ev peymaneke pakêt bû."

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Amerîka ji berpisryariya 'xeletî' ya dawiyê ditirse
    Rûsya û Belarûsê 23 ton alîkarî şandin Helebê
    Rûsya: Hejmara herêmên beşdarî agirbestê bûn, gihîşt 647a
    Rûsya: Dibe gotinên Erdogan têkiliyan aloz bikin
    Rûsya derheqê êrişa hêzên koalîsyonê ya li hemberî Artêşa Sûriyayê de daxuyanî da
    Zaxarova: Leşkerên DYAyê bi awayekî ehmeqane û bê rihm Kerry bê bergirî dihêlin
    Etîketan:
    şêwe, peymana agirbesta Sûriyayê, belge, dapalandin, Wezareta karên derve ya Amerîkayê, Associated Press, Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Mariya Zaxarova, Rûsya, Amerîka, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de